Dîlok.. Penaberên Sûrî radyoyek ava kirine

Şerê navxweyî yê Sûriyê bu sedem ku ji 11 milyonî zêdetir kes ji cihê xwe bibin û 6 milyon kes jî ji Suriyeyê derketin. Li Dîlokê ji bo ku kesên penaber bûne hay ji welatê xwe hebin ji aliyê mirovên xwebexş ve radyo hatine avakirin ku xelkê penaber ji rewşa Sûriyê ya dawî haydar bin.

 

K24 – Dîlok  

Şerê navxweyî yê Sûriyê bu sedem ku ji 11 milyonî zêdetir kes ji cihê xwe bibin û 6 milyon kes jî ji Suriyeyê derketin. Li Dîlokê ji bo ku kesên penaber bûne hay ji welatê xwe hebin ji aliyê mirovên xwebexş ve radyo hatine avakirin ku xelkê penaber ji rewşa Sûriyê ya dawî haydar bin.

Her çiqas bi milyonan kes ji şerê navxweyî yê Sûriyê reviya bin jî , ew kes dîsa jî dixwazin ku ji rewşa welatê xwe haydar bin ka gelo li bajarên wan çi diqewime. Ji ber vê yekê ji bo ku pêdiviyên ragihandinê yên penaberan werin dabîn kirin, li Dîlokê ji aliyê kesên xwebexş ve bi zimanê Kurdî, Tirkî û Erebî weşanên radyoyê tên kirin. Yek ji van kesên xwebexş jî Abdullah Başyîgît e û amaje dike ku ev kar wek berpirsiyariyeke mirovî ye .

Koordînatorê Ragihandina Penaberan Abdûllah Başyîgît ji K24ê re got: "Me di despêkê de alîkariya nan û avê dikir û me dît ku pêdiviya wan ne tenê tenê nan û avê. Me xwest ji aliyê ragihandinê ve alîkariyê bidin. Me radyo vekir li vir. Bi zimanê Erebî "Fecr", bi zimanê tirkî "Şafak Tirkî" bi zimanê kurdî jî "Şafaq Kurdî" weşanê dikin. Weşanên radyoyan li gel penaberên Tirkiyeyê digihêjin nava Suriyeyê jî."

Kesên xwebexş ku ji bo penaberan xizmeta ragihandinê didin, ne tenê weşana radyoyê dikin di heman demê de rojname jî derdixin û her wiha ji bo televîzyonan bernameyên pakêt jî çêdikin. Di van xebatan de penaber jî cîh digirin ku ji bo wan dibe deriyê debarê jî.

Penaberekî ji Helebê Abdûl Nasir jî di xebatên rojname û bernameyan de karê grafîk û montajê dike û ji jiyana xwe jî menûn e. Nasir dibêje: "Ez ji Helebê me, piştî şerê navxweyî ez hatim Dîlokê. Niha li vir ji bo rojnameya bi navê Îşraq û her wiha ji bo bernameyên televîzyonan karê grafîk û montajê dikim. Ez keyfxweşim ku ez dikarim karê xwe bikim. Lê ez her dem çaverê me ku vegerim welatê xwe."

Li gel karên televîzyon, radyo û rojnameyê ji bo penaberan pirtûk jî têne çapkirin û bi teybetî jî ji bo zarokan pirtûk têne çap kirin. Kesên xwebexş amaje dikin ku ew ji bo nivîskar û rewşenbîrên Sûriyê ku nikarin binivîsin û pirtûkê xwe çap bikin, xizmeta çapkirinê jî pêşkêş dikin.