Xwekujekî DAIŞê berî teqandinê hate kuştin

Polîsa Federalî ya Iraqê li bajarê Mûsilê xwekujekî DAIŞê berî ku karibe xwe biteqîne, dikujin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîsa Federalî ya Iraqê li bajarê Mûsilê xwekujekî DAIŞê berî ku karibe xwe biteqîne, dikujin.

Polîsê Kurd yê di Polîsa Federalî ya Iraqê de ji K24ê re ragihand, çekdarekî DAIŞê ku xwastiye bi kembera piştê ya bombebarkirî êrîşeke xwekujî li dijî hêzên Iraqî encam bide.

Wî polîsî got: “Cara yekem wî çekdarî xwastiye nêzîk bibe, me deng lê da ku xwe bide nasîn, wî jî xwe çekdarekî Heşda Şeibî xwe da nasîn, lê piştî ku me zanî ew ne ji Heşda Şeibî ye, me guleyek lê da, da ku nikaribe xwe biteqîne.”

Ew termê çekdarê DAIŞê ku di girtevîdyoyê de diyar dibe, hîn kembera bombebarkirî li piştê ye û metirsî heye biteqe, ji ber hêzên Iraqî nikarin destê xwe pê bikin.

Îro qonaxa duyem ya operasyona Mûsilê, bo rizgarkirina tevahiya taxên din yên aliyê çepê ya Mûsilê dest pê kir. Armanca hêzên Iraqî di qonaxa duyem ya operasyona rizgarkirina Mûsilê de ew e, aliyê çepê yê Mûsilê bi tevahî kontrol bike, ku di qonaxa yekem de zêdetirî 40 taxên bajêr ji 65 taxên aliyê çepê kontrol kiribûn.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê roja 17 Cotmehê bi beşdariya 100 hezar leşker, polîs, Heşda Şeibî û Paswanên Neynewa ligel hêza Pêşmerge dest pê kir.