Delegasyona Kurdên Sowyet a berê Seredana Kurdistan24 kir

Delegasyona Kurdên Sowyet a berê, ji welatên Kazakistanê, Ermenistanê, Gurcistanê, Azerbaycanê, Rusyayê, Kirgizîstanê seredana navenda Kurdistan24 kirin. Ji alî Birêvebirê Giştî yê Kurdistan24 Nûraldîn Weysî ve hatin pêşwazî kirin.

Li ser nave şandê Knyazê Ibrahîm, mebesta seredana xwe ya Kurdistanê anî ziman. Diyarkir ku, Kurdên Sowyet a berê “piştgirê bi tevayî ya pêvajoya referendûma serxwebûna Kurdistanê ne. Dengê xwe didin gel dengê Serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî û Kurdistanê wekî navenda welatparêzî, serkeftin a têkoşîna Kurd dibînin.”

Şandê spasiyên xwe pêşkeşî Kurdistan24 kir, ku wekî telewizyonek Kurdistanî xebatek profesyonel, berhemdar di asta neteweyî û navneteweyî de dike. Çendîn pêşniyar ji bo anîna ser ekranê ya xebat û çalakiyên Kurdên Sowyeta berê jî anîn ziman.

Birêvebirê Giştî yê Kurdistan24 Nûraldîn Weysî, bixêrhatina şandê li ser nave Kurdistan24 kir û li ser xebat, avahî û weşanên telewizyonê agahdarî dan şandê. Herweha diyarkir ku,  armanca Kurdistan24 naverokek Kurdistanî, diyarkirina hemû nirxên welatê me ye.

Şanda Kurdên Sowyet a berê û Kurdistan24 diyarkirin ku, hevkariya xwe berferehtir bikin.