Amadekarî ji bo hilbijartinên bakurê Sûriyê berdewam in

Di 1ê Berçileya bê de hilbijartinên şarederiyên bajar û navçeyan li bakurê Sûriyê lidar dikevin. Li gor Komseriya Bilind a Hilbijartinan nezî 6 hezar kes xwe ji bo hilbijartinan berbijêr kirine.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di 1ê Berçileya bê de hilbijartinên şarederiyên bajar û navçeyan li bakurê Sûriyê lidar dikevin. Li gor Komseriya Bilind a Hilbijartinan nezî 6 hezar kes xwe ji bo hilbijartinan berbijêr kirine.

Berbirsên Komseriya Bilind didin zanîn jî ku li seranserî deverên federalîzma bakurê Sûriyê 7 lîste dê beşdarî hilbijartinan bibin, yek ji wan jî lîsteya Netewa Demokratîk e ku ji 18 partiyên siyasî pêk tê.

Endama Komseriya Bilind a Hilbijartinan li Qamişlo Mayka Semîr Koriye ji K24ê re got: “Me deriyê berbijêrkirinê ji 17 û ta 31î Cotmehê vekir, piştre jî me dem ta 5ê Mijdarê dirêj kir, piştre jî dê 7 roj ji bo xwendina van daxwazan be, herwiha 3 roj jî gilî û nerazîbûnan be. ji 15ê vê mehê jî dest bi propaganda hilbijartinan dibe. 1ê Berçile jî dê roja hilbijartinan be. hejmara navendan 96 navend in û hin navendên taybet dê ji bo hêzên asayişê hebin ji bo berî hilbijartinan dengê xwe bidin.”  

Serkirdeyên Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd (HNKS) ku ji dervî Rêveberiya Xweser in, lê beşdarî hilbijartinan bûne hêvî dikin ku hilbijartin bi awayekî demokratî bi rê ve herin. Herwiha didin zanîn ku lîsteyeke hevbeş bi hevbendiyê tune ye ji ber hin sedemên teknîkî. 

Serkirdeyê HNKS û Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya “El-Wehde” Mistefa Meşayix ji K24ê re got: “Em wek partî derbas bûn, ji ber ku hin pirsgirêkên teknîkî hebûn, ji ber em wek HNKSê me molet wernegirtiye, lê tevî wê jî me dixwast bi nav û logoya HNKSê beşdarî hilbijartinan bibana.”  

Biryar e di 1ê Berçileya bê de hilbijartinên şarederiyên bajar û navçeyan li bakurê Sûriyê bên kirin, ew jî piştî ku ji ber derengiya amadekariyan demekê hatibû paşxistin. Tevî ku piraniya partiyên siyasî beşdarî van hilbijartinan dibin, lê ta niha partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ti danpêdan bi wan nekiriye.