YPG: Li Efrînê şerê kolanan dest pê dike

Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê radigihîne, şerê li Efrînê êdî bûye şerê bajaran.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê Birûsk Heseke radigihîne, piştî ku artêşa Tirkiyê ava vexwarinê, hêlên pêwendiyê, pêwîstiyên bijîşkî û sotemeniyê li ser bajêr biriye, krîzeke mirovî li Efrînê çê bûye.

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke ji K24ê re ragihand, di 52 rojên bûrî me li hember artêşa Tirkiyê û çekdarên we bi wê ve şerê çiyayan dikir, lê niha di aliyê eniya navçeya Şera ve ew bi 2 K.M nêzîkî bajarê Efrînê bûne.

Birûsk Heseke amaje bi wê yekê kir, ku ev şer dê bi awayekî dirêj ber xwe bide û heta çeteyekî dagîrker li ser xaka Efrînê hebe, ewê şerê wan bikin û ji vir û pê de şer dê bibe şerê kolan û bajaran.

Peyvdarê YPGê li Efrînê tekez kir, ew çekdarên Hêzên Şeibî yên ser bi artêşa Sûriyê ve ku hatibûn Efrînê, ta niha li eniyên şer in û şer dikin.

Li ser derketina xelkê ji sivîl ji bajarê Efrînê û rêgiriya YPGê li derketina wan, Birûsk Heseke got: “Bi dehan gund û çend bajarok di destê çeteyan de ne, lê hîna beşek ji welatiyan li gundê xwe mane û dest ji gundê xwe bernedane. Xelkê Efrînê dibêje heger hebûneke me hebe dê bi xaka me re be û heger mirinek me hebe bila li ser xaka me be.”

Birûsk Heseke amaje bi wê jî kir, dora yek milyon welatî niha li bajarê Efrînê dimînin û krîzeke mirovî li wî bajarî çê bûye, bi taybet piştî ku artêşa Tirkiyê ava vexwarinê, hêlên pêwendiyê, pêwîstiyên bijîşkî û sotemeniyê li ser bajêr biriye.

Li ser lihevkirina Amerîka û Tirkiyê ya derbarê derxistina hêzên HSD û YPGê ji bajarê Minbicê de, Birûsk Heseke got, heger Tirkiye di Efrînê de biser bikeve, dê Heleb, Şam, Minbic û Qamişlo jî ji Tirkiyê re bibe aramanc.

 

 

S. B