Nerînên cuda li ser karvedana Tirkiyê ya bo referandûmê hene

Li gor pisporan, ji ber aliyên neteweperest Tirkiye bertek nîşanî referandumê dide, Kurdistan heta niha ji bo Tirkiye nebûye gef her du alî li herêmê hevalbendên girîng ên stratejîk in.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye der barê referandûma serxwebûna Kurdistanê de herî dawî bi civînên lijneya ewlekarî û ya wezîran nerazîbûna xwe dubare ragehandibû dihat çaverêkirin ku biryarên gemaroyê bihata ragihandin lê bes bi nivîskî biryara referandûmê hat rexnekirin. Li gor pisporan, ji ber aliyên neteweperest Tirkiye bertek nîşanî referandumê dide, Kurdistan heta niha ji bo Tirkiye nebûye gef her du alî li herêmê hevalbendên girîng ên stratejîk in.

Berpirsên Hikûmeta Tirkiye, ji ber ku referandûma bo serxwebûna Kurdistanê nehate betalkirin bi biryareke lezgîn ya Encumena Asayîşa Netewî li hev dabû civandin. Gelek alî li bendê bû ku li dijî Kurdistanê biryarên giran ango gemaro wê bihata dayîn. Lê belê di encamên civînê de planeke gemaro cîh negirt. Li gor pisporan jî, bi zimanekî nerm rexne li biryara referandûmê hatiye girtin.

Pisporê pêwendiyên derve û siyasetzana Prof. Dr. Dogu Ergîl ragihand ku li Tirkiyê aliyên neteweperest xurt in siyaseta sereke jî li ser vê hatiye avakirin. Bertekên hikûmetê ya li ser referandûmê jî lazim e di vê çarçoveyê de were nirxandin.

Dr. Dogu Ergîl ji K24ê re wiha axivî: “Tirkiye ji ber aliyên neteweperest û ji ber hilbijartinên pêş me li dijî referandûma serxwebûnê ye. Li Tirkiye siyaset li ser tirsekê hatiye avakirin. Eger Tirkiye bi temamî têkiliya xwe digel Kurdistanê qût bike gelek welat amade ne ku bi Kurdistan re kar bikin. Wek Rûsya, Erebîstana Siûdî, Amerîka. Li Iraqê jî Kurd tekane hevalbendê Tirkiye ye, eger Kurd jî ji dest biçin Tirkiye li Rojhilata Navîn ji gelek tiştan dê bêpar bimîne.”

Pispor balê dikêşînin ser girîngiya tifaqa Tirkiye û Kurdistanê û dest nişan kirin ku heta niha Kurdistan ji bo Tirkiye nebûye gefek û nabe jî. Divê referanduma serxwebûna Kurdistanê jî li gorî berjewendiyên hevpar yên her du aliyan bê dîtin.

Şîrovekarê Siyasî Prof. Dr. Bîlal Sambûr jî dibêje: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiye heta niha nebûye talûkeyek. Heta vê gavê ji aliyê berpirsên Kurdistanê ve der barê hikûmeta Tirkiyê de gotineke giran yan xerab nehatiye gotin. Dibe ku ji ber referandûmê di navbera her du aliyan de gengeşiyek rû bide lê ez ne bawer im ku têkiliyên her du aliyan bi temamî qût bibe. Çimkî her du alî mihtacê hev du ne.”

Ji aliyê pisporan ve Kurdistan li Rojhilata Navîn ji bo Tirkiye her tim hevalbendek girîng û stratejîk hatiye dest nîşankirin. Gelek pispor jî di wê bîr û baweriyê de ye ku gelek dewletên mezin ji bo parastina berjewendiyên xwe, xwe li dijî referandûmê nîşan didin lê belê di rastiyê de piştgiriya referanduma Kurdistanê dikin û niha bêdeng dimînin Tirkiye jî dikare bi dîplomasiyeke wiha tifaqa xwe digel herêmê xurttir