Serok Barzanî: Pêşmerge bê neçarkirin Abramsê jî dişikîne

Serok Mesûd Barzanî li bajarê Dihokê di salvegera Dastana Lomana de gotarek pêşkêş kir û behsa serwerî û destkeftên Pêşmerge di xebata rizgarîxwaza Kurdistanê de kir.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî li bajarê Dihokê di salvegera Dastana Lomana de gotarek pêşkêş kir û behsa serwerî û destkeftên Pêşmerge di xebata rizgarîxwaza Kurdistanê de kir.

Serok barzanî behsa rola Pêşmerge kir û got: “Hîna gef mane. Ligel wê jî ewên niha ji derve tên bi mezin pesindarî behsa Pêşmerge dikin, ku mirov şanaziyê pê dike.”

Serok Barzanî amaje bi wê kir, “Ti demekê me şer hilnebijartiye, lê her demê bên neçarkirin wek dastana 12.12.1961an û bi dehan serwerî û qehremaniyên din dikin û heger neçar bibin jî Pêşmerge Abrams dişikînin.”

Serok Barzanî behsa astengî û zehmetiyên ku di şerê DAIŞê hatine pêş Pêşmerge kir û got: “Ta Pêşmerge ji fêrî tektîka wî şerê DAIŞê bû, me gelek şehîd dan, niha Pêşmerge bilindtirîn nav e li ser asta cîhanê, ne tenê li Kurdistanê.”

Herwiha got: “Gelek şandên derve dibînin li vir û li derve, dema behsa Pêşmerge dikin, şanaziyeke mezin pê dikin. Heger Pêşmerge li vir nebûya, li vir nedibûn. Dilniya bin ti caran niyaza me nebû ti rojekê dilopek xwîn ne ji me û ne ji hember me birije, ti carî me şer nexwasriye.”

Serok Barzanî amaje bi dastana Lomana ya 12.12.1961an kir û got: “Hatiye çespandin, heger em bikevin ber çi gefa jinavbirinê, lawên me dikarin şerê Abrams bikin.”

Got jî: “Niha em di qonaxeke din de ne, îsal 2 hilbijartin hatin kirin, yek ji bo Parlemantoya Iraqê û ya din ji bo Palemantoya Kurdistanê. Gelek xelk pêşbînî dikir ku PDK bişike bi awayekî ku mikare rabe ser xwe, lê pêşbîniyên wan rast derneketin û PDK wek partiya yekem derket. Her kes jî dizane bê PDK ti biryarek dernakeve û bi taybet li ser astê Kurdistanê.”

Herwiha got: “Niha derfeteke nû hatiye pêş û Adil Ebdilmehdî mirovekî têgihîştî ye û baweriyê wî bi mafê gelê Kurd heye û hêvîdar in di erkê xwe de serkeftî be. Berê û niha jî dibêjim, heta em bi hev re ne, divê pêwendiyên me baş bin, ji ber ku pirsgirêka me li Bexdayê çareser dibe. Lê divê em çaverê bin, ka çi dê bê kirin, lê ez hêvîdar im ku ta astekê em pirsgirêkan çareser bikin.”

Serok Barzanî li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê amaje bi wê jî kir: PDK di hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê bi hêzeke mezin derket û dê dest bi guhartin û çaksaziyan bikin. Niha guftûgo bi aliyên din re dest pê kiriye ji bo pêkanîna hikûmetê, lê ew rewşên berê yên wek 50 bi 50 nema. Baweriya gel daye PDKê, PDKê jî dê wê baweriyê bixe xizmeta gel bikar bîne. Aliyên din bi me hevpar in baş e, lê PDK venager wan awayên ku berê dihatin kirin.”