Kendal Nezan: Hewl didin raya giştî ya Fransyê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike

Serokê Enstîtûya Kurdî li Parîsê Kendal Nezan ragihand, encamdana referandûmê bo pêşeroja Kurd girîng e û hêvî xwast ku qonaxa piştî referandûmê, qonaxa serxwebûnê be.
kurdistan24.net

K24 – Parîs

Serokê Enstîtûya Kurdî li Parîsê Kendal Nezan ragihand, encamdana referandûmê bo pêşeroja Kurd girîng e û hêvî xwast ku qonaxa piştî referandûmê, qonaxa serxwebûnê be.

Serokê Enstîtûya Kurdî li Parîsê Kendal Nezan ji K24ê re ragihand, ku ew konferas bo amadekirina raya giştî ya Fransayê bo piştevaniya referandûmê.

Îro zanîngeha Soran û Enustuta Kurdî li Parîsê, konferansek derbarê referandûm û serxwebûna Kurdistanê li Parîsê dest pê kir.

Konferans di bin navê “Kurdistan ji ferdealîzmê berve serxwebûnê” hate lidarxistin û hejmarek ji kesayetên siyasî, dîplomatkar, akademesyen û lêkolînvanên Kurd û biyanî bi babet û lêkolînên derbarê serxwebûna Kurdistanê û referandûmê û pêwendiyên navdewletî tê de beşdar kirin.

Di wê konferansê de her yek ji wezîrê derve yê berê yê Iraqê Huşyar Zêbarî, dîplomatkarê navdar ê Amerîka Peter Galbert, lêkolînvanê Fransî jîrar Şalyan, rojnamevanê navdar ê Amerîka Jonathan Random yê ku di salên şêstî yên sedsala borî serdana Kurdistanê kiribû û pirtûkek derbarê Kurd de nivîsiye, Kurdolojiyê Holandî Michael Lehmberg, Kurdnasê Fransî Joyce Bleu û Serokê Enstîtûya Kurdî li Parîsê Kendal Nezan beşdar bûn.

Herwiha çendîn lêkolînerên din wek Hemîd Bozerselan, Nezend Begîxanî, Îbrahîm Melazade, Dr. Kemal Yûsif Kalo û hejmarek kesên din di konferansê de amade bûn babet pêşkêş kirin.