Saîd Veroj pirtûka "Du Birayên Bedirxanî" tomar kir

Saîd Veroj bang li ciwanên Kurd jî kir ku ew jî li ser xebatên lêkolînê rawestin û bikaribin agahiyên dîroka xwe radestî nifşê li peyî xwe bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Nivîskar û lêkolîner Saîd Veroj, li Diyarbekirê nivîsên Mîr Celadet Bedirxan û Mîr Kamûran Bedirxan ên ku di navbera salên 1913 û 1923’yan de di rojnameyên girîng de hatine weşandin, di encama xebateke 3 salan de tomar kir û bi rêya pirtûkekê pêşkêşî xwendevanên Kurd kir. Saîd Veroj bang li ciwanên Kurd jî kir ku ew jî li ser xebatên lêkolînê rawestin û bikaribin agahiyên dîroka xwe radestî nifşê li peyî xwe bikin.

Pirtûka ku ji nivîsên du birayên Bedirxanî ve di serdema Osmaniyan de di rojnameyên Serbestî, rojnameyên Tukçe Îstanbûl û Kovara Îçtîhadê de hatine weşandin; li Diyarbekirê ji aliyê Lêkolîner û nivîskar Saîd Veroj ve hatin tomarkirin. Veroj dibêje; ev pirtûk, ji bo xwendevanên ku bixwazin Bedirxaniyan nas bikin, dê pencereyeke nû veke.

Lêkolîner û nivîskar Saîd Veroj jî K24ê re wiha axivî: “Ev pirtûk di navbera salên 1913 û 1923’yan de çi xebatên rojnamegerî, siyasî û rêxistinî yên herdu birayan hebûne, li ser van lêkolîn hatin kirin. Di nav vê pirtûkê de di wê serdemê de 37 pexşan hene; 12 jê yên Celadet Bedirxan in, 25 jî pexşanên Kamûran Bedirxan hene.”

Li gorî nivîskarê Kurd radigihîne; ev xebatên nivîskî yên Mîr Celadet û Mîr Kamûran Bedirxan, xebatên 10 salên dawîn ên dema Împaratoriya Osmaniyan in û girîngî û behreya van nivîsan di pirtûkê de hatine destnîşankirin. Veroj bi navbeynkariya vê xebatê bang li ciwanan jî dike ku bi dîroka xwe ya nêz bizanibin da ku pêşî li xeletiyan bên girtin.

Saîd Veroj dibêje: “Ez pêşniyaz dikim ku ciwanên me dîroka nêzîk a Kurdistanê bizanibin da  ku di rojên pêş de ew xeletî û şaşiyên ku çêbûne, em dubare nekin.”

Di qada nivîskariyê de nêzîkahiyên erênî jî ji bo vê berhema beşek ji pexşanên Mîr Celadet û Mîr Kamûran Bedirxan çêdibin û yek ji van jî Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî ye ku pesnê vê pirtûkê daye û dibêje; Esas Kurd 25-30 salên dawîn in, ronakbîriyê dijîn. Pirtûka ku bi belgenameyên dîrokî ji 246 rûpelan hatiye amadekirin, li pirtûkfiroşan li benda xwendevanan e.