Jinên Kurd ên siyasetmedar li benda Kurdistana serbixwe ne

Biryara lidarxistina referandûma Serxwebûna Kurdistanê li pey xwe gelek karvedan û daxuyaniyên piştgiriyê anîn. Ji bo Referanduma Serxwebûna Kurdistanê piştgiriyek jî ji jinên siyasetmedar ên Bakûrê Kurdistanê hat ku Serxwebûna Kurdistanê wek gaveke azadiya jinên kurdan tê dîtin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Biryara lidarxistina referandûma Serxwebûna Kurdistanê li pey xwe gelek karvedan û daxuyaniyên piştgiriyê anîn. Ji bo Referanduma Serxwebûna Kurdistanê piştgiriyek jî ji jinên siyasetmedar ên Bakûrê Kurdistanê hat ku Serxwebûna Kurdistanê wek gaveke azadiya jinên kurdan tê dîtin.

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê di 25'ê îlonê de tê li dar xistin. Ev yek di nav hemû kurdên cîhanê de bi kelecanî tê pêşwazîkirin. Beşek ji kurdên ku bi keyfxweşî amadekariya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dikin jî jinên siyasetmedarên kurd ên Bakûrê Kurdistanê ne. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk ya Diyarbekirê Rûken Akça amaje dike ku Serxwebûna Kurdistanê ji hemû partî û îdeolojiyan girîngtir û mezintir e.

Rûken Akça ji K24ê re wiha axivî: "Ev kêfxweşiya me ye heger Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûnê hewil dide. Em jî wekî Kurdên bakûr em ê piştgiriyê bikin û divê em bikin."

Siyasetmedarên jin ên kurd tînin ziman ku jinên kurd hem ji ber kurditiya xwe rastî zilmê hatine û hem ji ber nêrînên şaş ên civake gelek êş û azar kêşandine. Ji ber vê yekê jî amaje dikin ku Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê dê herî gelek ji bo jinên Kurd watedar be.

Endama Meclîsa Partiya Azadiya Kurdistan Zînê Dînçer got: "Wekî jineke Kurd, ez gelek bextewar im, serfiraz im û em xwe di nav meseleyê de dibînin. Em ê bi hemû hêza xwe jî piştgiriya referandûmê bikin. "

Jinên kurd ên siyasetmedar di wê baweriyê de ne ku Kurdistana Serbixwe dê rê bide ku jinên kurd ên siyasetmedar bikaribin  bi awayeke baş û serkeftîtir bi nasnameya xwe di qada navneteweyî de siyaseteke çalak bimeşînin.