Tevgera Tirkiyê wek destpêka operasyona Idlib û Rojava tê dîtin

Di rojên dawî de zêdebûna sewqkirina leşkerên artêşa Tirk li ser sînorê Sûriyê û hevdîtinên dîplomatîk ên Tirkiye ligel Amerîka û Rûsya, di nav pisporan de wek nîşaneya destpêka operasyoneke nû li ser Idlîb û li Rojava tê nirxandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Tirkiyê berpirsên hikûmetê beriya hilbijartina şaredariyan amaje kiribûn ku piştî hilbijartinan li Sûriyê dê çalaktir bibin. Di rojên dawî de zêdebûna sewqkirina leşkerên artêşa Tirk li ser sînorê Sûriyê û hevdîtinên dîplomatîk ên Tirkiye ligel Amerîka û Rûsya, di nav pisporan de wek nîşaneya destpêka operasyoneke nû li ser Idlîb û li Rojava tê nirxandin. Lê di heman demê de bo her du herêman operasyoneke leşkerî dijwartir tê destnîşankirin.

Tirkiye beriya hilbijartina şaredariyan a 31ê Adarê ragihand ew ê li Sûriyê gelek aktîf û çalaktir bibin. Piştî bidawîbûna hilbijartinan hejmareke zêde leşker û wesayîtên ji Artêşa Tirk ber bi sînorê Sûriyê ve hatin sewqkirin. Ligel berdewamiya amadekariyên leşkerî, rayedarên Tirkiyê bi berpirsên Amerîka û Rûsyayê re hevdîtînên dîplomatîk pêk anîn ku tê amajekirin li ser Sûriyê jî gotûbêj hatiye kirin.

Hamîde Yîgît Pispora Rojhilata Navîn hevdîtînên dawî ên dîplomatîk wek destpêkirina operasyona ser Idlîbê dinirxîne û ji K24ê re got: “Ji bo bidawîbûna hilbijartinan ji Tirkiyê re mohlet hatibû danîn. Niha bi xilasbûna hilbijartinan Rusya dixwaze sozên li Astanayê hatibû danîn bên bicîhkirin. Êdî dema Operasyona Idlîbê ku demeke dirêj hatibû taloqkirin hatiye. Operasyoneke berfireh û hevbeş li ser Idlîbê wê pêk were. Jixwe piştî hilbijartinan, serdana yekem a Erdogan li Rusyayê û daxuyaniyên li Moskoyê nîşaneya vê operasyonê ye.”

Liv û lebata leşkerî ya Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê li gor hin pisporan wek operasyoneke li aliyê Rojava li dijî YPG tê destnîşankirin. Li gor Faîk Bulut a Pisporê Rojhilata Navîn bêyî destûra Amerîka yan jî Rûsya pêkanîna operasyonekê gelek zehmet e.

Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bulut dibêje: “Tirkiye dibîne ku Amerîka hewla rawestandina kirîna S-400 dide û ev yek li Enqereyê wek fersenda operasyonê tê dîtin. Niha proseya bazariyê heye û Tirkiye bi sewqkirina leşkerî dixwaze rola xwe di vê bazariyê de xurttir bike. Lê ji operasyonên berê jî diyar e eger Tirkiye operasyonekê bike jî bi eşkere yan bi dizîka destûra Rûsya yan jî ya Amerîka hatiye standin.”

Li aliyekê Tirkiyê bi Amerîkayê li aliyekê jî bi Rûsyayê re ku Enqere dixwaze bi her duyan re berdewam bike. Lê proseya kirîna moşekên S-400 û ji ber cudahiya berjewendiyan bi operasyonên ku Tirkiye li aliyê Çemê Rojhilatê Firatê û li aliyê Rojavayê çemê difikire hevkariya ligel Washington û Moskoyê zehmettir dike.