Erdogan: Esed jî ne razî ye PYD desthilatdariyekê ava bike

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, divê Îran û Rusya hêza xwe ya dîplomatîk li hemberî hêzên hevpeyman bikar bînin û piştgiriya Tirkiyê bikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, divê Îran û Rusya hêza xwe ya dîplomatîk li hemberî hêzên hevpeyman bikar bînin û piştgiriya Tirkiyê bikin.

Erdogan di dema vegera xwe ya ji lûtkeya sê alî ya li Soçiyê di balafirê de pirsên rojnamevanan bersivand û daxuyaniyên girîng dan. li ser pirsekê di derbarê egera nêzikbûna Şam û Enqereyê ya li dijî PYDyê de got rûdan û pêşhatên dahatûyê girêdayî şert û mercên wê demê ne. Ne rast e ew ji niha ve bibêjin di dahatûyê de digel Sûriyeyê kar nakin. Deriyên siyasetê heta dema herî dawî jî vekiriye.  

Erdogan di derbarê desrhilatdariya YPG û PYDê ya li Rojavayê Kurdistanê de jî ragihand ku, ew bi ti awayî  rê nadin li bakurê Sûriyeyê di pêşengtiya PYD û YPGê de rêveberiyek were avakirin û ji wan re nabêjin hûn bi xêr hatin. Wan 7 sal berê dijbûna xwe eşkere kiribûn. Serokê Rusyayê Putîn jî dilgiraniyên Tirkiyeyê têdigihe û parve dike. Li ser vê mijarê digel Putîn pirsgirêka wan nîn e. Yên ko wekî Tikriyeyê hizir nakin, Amerîka û hêzên hevpeyman in. Divê Îran û Rusya hêza xwe ya dîplomatîk li hemberî hêzên hevpeyman bikar bînin û piştgiriya Tirkiyê bikin.

Serokomarê Tikriyeyê di derbarê naveroka civîna Putîn û Esed de jî axivî û got helwesta Beşar Esed jî li hemberî PYD û YPGê neyînî ye û naxwaze di maseya gûftûgoyan de PYD cih bigre. Herwiha Serokê Suriyeyê li dijî  PYD û YPGê ye ku li rojavayê Kurdistanê desthilatdariyek ava bikin.

Erdogan li ser pirsa Efrînê jî da zanîn ku, civîna Soçiyê ji bo dilgiraniyên wan ên di derbarê Efrînê de gelek girîng bû. Wan li Soçiyê helwesta Rusya û Îranê dît û êdî ew piştî Îdlibê li Efrînê jî dê xalên çavderiyê ava bikin.

Serokomarê Tirkiyeyê herwiha li ser çekên ko Amerîka dide YPGyê jî diyar kir ko: Amerîka heta niha bi hinceta şerê DAÎŞê çek dan YPGyê lê niha DAÎŞ nema. Lê Amerîka niha jî çekan dide YPGyê û li Reqqayê jî xebat dike ko bingeha xwe ya 14 mîn ava bike. Ew dê van meselayan hemûyan ji Serokê Amerîkayê Donald Trump bipirse.