Pêşbaziya futbolê li gundên Mêrdînê

Li Gundên ser sînorê Sûriyê yên ser bi bajarê Mîrdîna Kurdistanê di navbera Gundan de bi hatina biharê re pêşbaziya futbolê hate lidarxistin. Pêşbazî ji aliyê şêniyên gundan ve eleqeyeke mezin dîbîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Mêrdîn

Li Gundên ser sînorê Sûriyê yên ser bi bajarê Mîrdîna Kurdistanê di navbera Gundan de bi hatina biharê re pêşbaziya futbolê hate lidarxistin. Pêşbazî ji aliyê şêniyên gundan ve eleqeyeke mezin dîbîne.

Li 21 gundên ser bi navçeya Qosera Mêrdînê ve bi hatina biharê re tîmên futbolê hatin avakirin. Cotkar, karmend û saziyên civakî bi tîmên xwe yên taybet beşdarî pêşbaziyê dibin. Pêşbaziya li gundê Dikke ya ser bi sînorê Sûriyê ve li meydana gogê ya axîn tê lîstin. Şêniyên gundên derdorê jî qada ku gog lê tê lîstin kom dibin û piştgiriyê didin lîstikvanan. Kordînatorê Werzîş û Ciwantiyê yê Qoserê Zîya Ozkan dibêje ku armanca wan ew e ku ev ciwan û şêniyên gundan bên bal hev û têkîliyên xwe yên civakî qahîm bikin.

Kordînatorê Werzîş û Ciwantiyê yê Qoserê Zîya Ozkan li ser vê pêşbirkê ji K24ê re wiha axivî: "24 tîm beşdarî turnûvayê bûne. 24 gund bûn lê çend gund bûne tîmek. Armanca me werzîş e tu armanca me ya din tune ye. Derdê me ew e ev xort, ev insan giş bibin yek. Di vê prosesê de em ji xwe re stresê bavêjin, ji ber şer derûniya me xerab bû."

Bi giştî 160 gundên Qoserê hene û şêniyên wan gundan yên ji 7 salî heta 70ê salî tên gundê Dikkeyê û lîstikên turnuvayê temaşe dikin. Froşkarên seyar jî ligel karê xwe bi temaşakirina futbolê wextê xwe bi kêfxweşî derbas dikin.

Welatî Tahîr Kiliç dibêje: "Di vê turnuvayê de armanc ew e ciwan hev du bibînin. Tiştekî wiha xweş bila çêbibe û werzîş e. Pir xweş in tiştên wisa."

Welatî Hamdullah oncel jî dibêje: "Ji bo hatina bal hev du, ji bo em hev du nas bikin. Gundê min 5 kîlometreyan dûre, gundiyê me hebûn me hev nas nedikir. Xêra vê turnûvayê giş hev du nas dikin dibin yek ji xwe re dilîzin."

Şêniyên gundan, rahêner û lîstikvan amaje pê dikin ku li herêma wan şer her berdewam dike, lê bi saya çalakiyên bi vî rengî hindik be jî ew dûrî bandora şer dibin. Herwiha ev pêşbazî yekem car e li herêmê pêk tê û dê heta dawiya meha Avrêlê berdewam bike.