Kargehên Kurdan li Stenbolê zêde dibin

Li Stenbolê van salên dawiyê de hejmara welatiyên Herêma Kurdistanê Iraq û Suriyeyê gelekî zêdetir bûne. Li gel vê ji aliyê van welatiyan ve li Stenbolê gelek kargehên nû hatîne vekirin.Di kargehek ji wan de êdî nanê Başûrê Kurdistanê jî tê çêkirin û ji bo xwaringehên Stenbolê tê veguhestin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê van salên dawiyê de hejmara welatiyên Herêma Kurdistanê Iraq û Suriyeyê gelekî zêdetir bûne. Li gel vê ji aliyê van welatiyan ve li Stenbolê gelek kargehên nû hatîne vekirin.Di kargehek ji wan de êdî nanê Başûrê Kurdistanê jî tê çêkirin û ji bo xwaringehên Stenbolê tê veguhestin.

Li Stenbolê li gel zêdebûna welatiyên ji herêma Kurdistanê ,Iraq û Suriyeyê êdî li vî bajarî gelek kargehên ku ji aliyê van welatiyan ve tên vekirin jî zêdebûne. Yek ji wan navendan navçeya Aksaraya Stenbolê yê û êdî li vê navçeyê li her derê kargehên Kurdan, Ereban û Farisan xwe nîşan didin. Yek ji wan kargehan ev tenûra ku nanê Kurdî lê tê pehtine û ev kargeh ji aliyê çend Kurdên ji başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye vekirin û her roj hezaran nanên Kurdî hildiberîne. Ev kargeha ku 7 kes lê dixebitin her roj pêwîstiya nanê gelek xwaringehên Kurdî ,Iraqî û Suriyeyî pêktîne û li gor xwediyên vê kargehê van demên dawiyê de êdî xwaringehên Tirkî jî vî nanê Kurdî dixwazin.

Xwediyê Kargehê Mistefa Mihemed ji K24ê re got: ''Dema ku me ev tenûr çêkirî di rojên pêşîyê de 400-500 nan me difirot piştre gelek welatiyên Iraqî,suriyeyî û Tirkiyê hatin nan ji me xwestin û di serî de 2-3 nan dibirin lê niha pitirîna mişteriyên me bûne xelkê Tirkiyeyê û gelekî ji nanê me hez kirin û niha jî mişteriyên me gelekî zêde bûne û em ji bo market û xwaringehan vî nanî dişînin.''

Yek ji xwediyên vê kargehê Eyub jî dibêje ji ber ku em ji Helebçeyê hatine me navê kargeha xwe jî kiriye helebce û her çiqes ev saleke me ev kargeh vekirîbe jî li gel Kurdan êdî gelek kesên bîyanî jî vî nanê taybet dixwazin.

Xwediyê kargehê Eyub jî dibêje: ''Firotina me gelekî baş e. Roj bi roj zêdetir jî dibe.Êdî ji bilî Kurdên me welatiyên ,Îranî û bîyanî zêdetir daxwaza vî nanî ji me dikin. Tama vî nanê gelekî xweş e û gelek taybetiyên vê hene û ji nanên din cûda ye. Em jî rojane li vê derê îş dikin û ev cih ji bo me gelek baş e.''

Van salên dawiyê li Stenbolê hejmara welatiyên Herêma Kurdistanê, Iraq û Suriyeyê yên ku li vî bajarî bicihbûyîn gelekî zêde bûne û li gel vê zêdebûnê êdî li gelek cihên Stenbolê kargehên wiha xwe nîşan didin