Prosesa Serxwebûn û û Ramanên Siyasetmedarên Kurd

Biryara referandûma Serxwebûna Kurdistanê li Tirkiyê ji aliyê gelek êniyên cuda ve bi awayekî berfirehî tê nirxandin. Ji wan aliyan yek jî siyasetmedarên Kurd in û ew biryara referandûmê wek mafekî rewa û pêngaveke dîrokî dinirxînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Biryara referandûma Serxwebûna Kurdistanê li Tirkiyê ji aliyê gelek êniyên cuda ve bi awayekî berfirehî tê nirxandin. Ji wan aliyan yek jî siyasetmedarên Kurd in û ew biryara referandûmê wek mafekî rewa û pêngaveke dîrokî dinirxînin.

Referandûma serxwebûna Kurdistanê dê di 25ê Îlonê de pêk were. Piştî ku biryar hate ragihandin di serî de di nava bakurê Kurdistanê de, li Tirkiyê û li gelek deverên din ên cîhanê nîqaşên li ser referandûma Serxwebûna Kurdistanê dest pê kir. Biryara ku ji aliyê Kurdan ve bi şanazî hate pêşwazîkirin ji aliyê siyasetmedar û rewşendbîrên Kurd ve jî wek mafekî rewa hate nirxandin.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Refîk Karakoç destnîşan kir ku serxwebûn wek şîrê dayîkê ji gelê Kurd re helal e û divê hemû Kurd peywira xwe ya dîrokî bînin cih.

Karakoç ji K24ê re wiha axivî: "Biryara referandûma serxwebûnê di nav her çar perçeyê Kurdan û wan Kurdên ku di nava cihanê de belav bûne kelecaniyek çêkir. Em hemû li benda vê biryarê bûn û me dixwest ku ev biryar rojekê bê girtin. Dawiya referandûmê ji sedî 90î erê ye em wisa dibînin. Lê ji ber referandûmê hin astengî derkevin pêşiya me û divê di serî de reveberiya başûr xwe wan tiştan re amade bike. Wekî hemû gelan heqê gelê Kurd jî heye ku dewleteke serbixwe ava bike û ev yek wek şîrê dayikê helal e."

Li gorî boçûnên siyasetmedarên Kurd hinek der û dor hene ku li Rojhilata Navîn li dij dewletbûna Kurdan in, loma jî kêşeyên nava Kurdan wek sedem didin nîşan da ku Kurd nebin xwedî dewlete serbixwe.

Nivîskarê Kurd Şahîn Ayaz jî diyar dike ku Kurd ji dîrokê vir ve li ser xaka xwe bi hemû netew, ol û pêkhateyên cuda re jiyaneke demokratîk bi rêve birine, aramiya herêmê jî bi dewletbûna Kurdan re girêdahî ye.

Şahîn Ayaz dibêje: "Ev biryar dîrokî ye. Heta niha nasnameya Kurdan dihate înkarkirin, loma referandûm gava hebûn û nebûnê ye. Divê siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend çi ji destê wan tê zêdetir bikin. Kurd eger dizwazin li ser axa xwe bi nasnameyeke azad bijîn divê ji bo vê pêngava serxwebûnê hewl bidin. Edî ne nimkun e ku bi milyonan Kurd li ser rûyê erdê bê dewlet bijîn û dinyayê jî çavê xwe li vê rastiyê vekiriye."

Herwiha hin partiyên siyasî yên bakurê Kurdistanê destnîşankirin ku dê ji bo piştgiriyê li Herêma Kurdistanê tevlî xebatan bibin û divê her Kurdek jî piştgiriyeke xurt bide vê prosesê.