Hawrideya Tirkiyê ji hinardeyê çima zêdetir derdikeve?

Li aliyekî hinardeya Tirkiyê bilind dibe, lê di heman demê de hawirdeya wê jî bi rekorên nû, bi ser salên raborî dikeve.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Her çiqas di warê bergiriyên aboriyê de hikûmet bi daxuyaniyên pozîtîf armanç bike ku moralê bazarê bilind bike jî, daneyên ku tên ragihandin, rê li ber arîşeyên mezin vedikin. Li aliyekî hinardeya Tirkiyê bilind dibe, lê di heman demê de hawirdeya wê jî bi rekorên nû, bi ser salên raborî dikeve.

Wezareta Gumrikê ya Tirkiyê daneyên demdemî ên bazirganiya derve ku hem hawride û hem jî hinardeyê dihewîne ragihandin. Li gorî van daneyan di hinerdeya îsal ya meha Rêbendanê li gorî sala par, ji sedî 10.79'an zêde bûye û wek dahat jî 12 milar û 400 milyon dolar bi dest ketiye. Lê li beramberî vê yekê jî Tirkiyê bi 21 milyar û 500 miyon dolaran hawirede pêk aniye û asta hawrideyê jî çûye ser ji sedî 38'an. Li gorî van daneyan hawirdeya Tirkiyê ji hinardeya wê zêdetir derketiye û di nava mehkê de jî di bazirganiya derve de 9 milyar dolar di bûtçeyê de kêmbûnekê rû daye. Li gorî aborînas Erkan Aydoganoglu, pergala Tirkiyê li ser hawirdeyê hatiye danîn. Loma jî ev kêşe wê rû bidin.

Aborînas Erkan Aydoganoglu ji K24ê re wiha axivî: "Çiqas pereyên germ yanî teze hebin ewqas baş e ji Tirkiyê re. Ger ew nîn be, aborî jî li ber rehma xwedê ye. Her diçe aboriya Tirkiyê bi sermayeya biyanî ve bêhtir tê girêdan. Qaşo li aliyekî jî propagandaya xwecihî û neteweyî tê kirin. Tiştê ku ev welat hilberîna wê dike jî, ji derve hawirde dike. Ma ne ecêbeke mezin e, em zibilê xwe jî ji derve tînin."

Di bazirganiya derve de lêçûnên Tirkiyê ji dahatên wê zêdetirin. Di van lêçûnan de hawirdeya pîşesaziyê xwedî para herî mezin, çandinî jî ya herî kêm e. Li gorî aborînas Huseyîn Gokçe, Tirkiye bi sermayeya kendavê hêvkêşeya kêmderketina qebareyê saz dike. Ya giring ew e Tirkiye xwe ji bin barê deyndariya derve rizgar bike.

Aborînas Huseyîn Gokçe jî dibêje: "Sedema derketina kêmbûçeyê û reqamên hawirdeyê beşek jê bi dolar ve girêdayî ye. Ev demekê ye dolar stabîlîze maye. Ya din jî hê bandora hewla darbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê berdewam e. Reqamên hingî, niha bandorê li aboriyê, dahat û lêçûyînan dike. Bandora bazan jî berdewam e. Dîsa di qada global de jî, kêşeyên dûqolî ên ku bi hindek welatan re ji aliyê siyasî ve rageşî rû didin, ew jî bandoreke neyînî li bazara Tirkiyê dikin." 

Di Sektora Kanzayê de; nefta xam, sektora pîşesaziyê ya hilberînê de; her cur re madeyên xam ên pîşesaziyê, derhem, boyax, sotemeniyên kanzayê, rûn û zibilê ne sirûştî çend ji wan berheman in ku Tirkiye hawirdeya wan dike. Herwiha di sektora çandiniyê jî Tirkiye hawirdeya çay, qahwe, muz, birinç û zêdetir jî ya genim dike. Wek gelek berhemên din di sala 2017'an 5 milyon ton hawirdeya genim hatiye kirin, ligel ku li Tirkiyê genim tê çandin jî. Li gorî aborînasan heta Tirkiyê li jêderkên xwe yên xwezayî venegere wê nikaribe bêserûberiya di hawirde û hinardeyê de bi dawî bîne.