Kêşeya xwendinê li Rojavayê Kurdistanê berdewam e

Rêveberiya Xweser bi biryarekê hemû otombîlên ku şagirtan ji bo dibistanên rêjîma Sûriyê vediguhêzin digire û bii wê yekê li gorî welatiyan kêşeya xwendinê aloztir dibe, lê berpirsên Desteya Perwerdê dibînin ku ev yek ji berjewendiya şagirtan e.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo
Rêveberiya Xweser bi biryarekê hemû otombîlên ku şagirtan ji bo dibistanên rêjîma Sûriyê vediguhêzin digire û bii wê yekê li gorî welatiyan kêşeya xwendinê aloztir dibe, lê berpirsên Desteya Perwerdê dibînin ku ev yek ji berjewendiya şagirtan e.

Kêşeya xwendinê li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike, Rêveberiya Xweser bi biryareke nû hemû otombîlên ku şagirtan ji bo dibistanên rêjîmê vediguhêzin digre û baceyan li ser wan disepîne, herwiha li gorî biryarê eger dubare otombîl were girtin dê dest li ser were dayîn.

Berpirsên Desteya Perwerdê dibînin ku pejirandina vê biryarê pêwîst e, da ku welatî nema zarokên xwe bişînin dibistanên rêjîmê, herwiha ji bo bi zimanê xwe bixwînin û dibînin ku niha xelk li dijî vê biryarê ne lê di pêşerojê de dê berjewendiyên zarokên xwe tê de bibînin ku li gorî piransîbên netewa demokrat dibistanên xwe birêve dibin.

Bi behaneya ku minhacê Rêveberiya Xweser dan pê nehatiya, herwiha ji ber hin têbîniyên awayê xwendina wê, hejmareke mezin ji xelkê zarokên xwe dibin dibistanên ku minhacê rêjîma Sûriyê tê de tê xwendin. Hin welatî didin zanîn jî, bi awayekî Îdolojîk minhacê Rêveberiya Xweser hatiye nivîsandin û mamosteyên wê ne di asta guncaw de ne. Herwiha tekez dikin, eger Rêveberiya Xweser pirsgirêka xwendinê çareser neke, dê pêşeroja zarokan gelekî xirab be ji ber dê bê xwendin bimînin.

Rêveberiya xweser piraniya dibistanan li deverên di bin kontrola wê de minhacên xwe bi xwendin dide û bi sedema vê yekê gelek xelk zarokên xwe dibin dibistanên di bin kontrola rêjîmê de û piştî biryara girtina otombîlan hejmara wan kêm dibe.