Seidî Pîre: Li Bexdayê bi tu awayekî me behsa post û pereyan nekir

Seidî Pîre: “Di tu civîneke şanda Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê de behsa post û pereyan ne hat kirin.”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê şanda Danûstandkar a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê Seidî Ehmed Pîre di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Di tu civîneke şanda Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê de behsa post û pereyan ne hat kirin, ji ber ku ew pirs ne di bernameya me de bû.”

 

Siedî Pîre ragihand jî, “Di civînên ligel aliyên siyasî yên Iraqê de bi aşkere me behsa birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê kir û ji wa re ragihand, heger em nikarin bi hev re bijîn, pêwîst e wek du cîranên baş bimînin.”

Şanda Encûmena Bilind a Referandûmê roja 14ê vê mehê, bo pirsa referandûmê ligel berpirsên hikûmeta û aliyên Iraqê gotûbêj bike çûbû Bexdayê û pêr jî vegeriyabû.