“Rêjîma Sûriyê tenê bi çavê ewlehiyê li doza Kurdî dinêre”

Hin aliyên siyasî yên ji derveyî MSDê dibînin ku ev danûstandin ti encaman bi dest naxe eger ne di bin serpereştiyeke navdewletî de be, ji ber ku rêjîm ji serederiya xwe ya ewlehî danakeve.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Piştî gereke nû ji danûstandinan di navbera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û rêjîma Sûriyê de li Şamê paytexta Sûriyê, şanda MSDê destvala vegeriya Qamişlo, lê eger e hevdîtineke din bê lidarxistin. Hin aliyên siyasî yên ji derveyî MSDê dibînin ku ev danûstandin ti encaman bi dest naxe eger ne di bin serpereştiyeke navdewletî de be, ji ber ku rêjîm ji serederiya xwe ya ewlehî danakeve.

Derbarê danûstandinên ku di navbera rêjîma Sûriyê û MSDê de têne kirin, hin aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê yên ji derveyî MSD bi neyênî van hevdîtina dinirxînin û behaneya wan jî ku rêjîma Sûriyê herdem di riya hêzên ewlehî re serederiyê bi tevgera siyasî ya Kurdî re dike û danûstandinên navbûrî jî di heman çarçoveyê de ne, nemaze ku rêjîm dixwaze pirsgirêkên heyî paşguh bike û tenê diyalogê li ser rewşên xizmetguzarî bike. 

Cîgirê Serokê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Hesen Salih li ser van danûstandinan ji K24ê re wiha axivî: “Ti baweriya me bi van danûstandinan nîn e. Em dibêjin li gor mafên gelan divê çarenivîsa gelê Kurd bi rengekî rewa diyar bibe û ew biryara xwe bide, ne ku rêjîma biryara xwe li ser ferz bike. Ezmûna bi rêjîmê re gelekî tehl û nexweş e, em ne bawer in ku rêjîm bi tena tiştekî çareser bike, heger ne di bin serperiştiya navdewletî de be.”

Ji aliyê xwe ve, hin siyasetmedar dibînin ku danûstandin bingeha çareseriyê ye, lê divê di çarçoveya serweriya Sûriyê de be, lê MSDê ku tu danpêdanên fermî yên navdewletî pê tune ne, pêwendiyên wê bi hin welatên ku dijminatiya Sûriyê dike hene û niha danûstandinan bi dewleta Sûriyê re dike, loma pêwist e ev danûstandin li ser hin şert û mercan bêne kirin.

Siyastemedarê ji pêkhateya Xiristiyanî Nidal Rehawî di vê derbarê de dibêje: “Di baweriya min heger ez danûstandin biser bikevin, divê MSDê pêwendiyên xwe bi Amerîka û hevalbendên wê re qut bike, ji ber ku Amerîka şerê dewleta Sûriyê dike. Herwiha gelek fermandar û kesayetiyên ku ne hevwelatiyên Sûriyê ne jî di nava wan de hene, divê ew jî bêne dûrxistin.”

Di gera duyemîn a danûstandinên di navbera MSDê û rêjîma Sûriyê de gelek gotgot hatine belav kirin ku piştî bisernekeftina gera duyemîn, rêjîma Sûriyê biryara binçavkirina şanda MSD da, lê Rûsiyê destêwerdan kir û şanda navbûrî vegeriyane Qamişlo.

Hevserokê MSDê Riyad Derar ev nûçe red kir û got, derbarê hin rewşên girêdayî bi paşeroja Sûriyeke nenavendî herdu alî negihane ti rêkeftinan, loma pêşbîn e gereke din bê lidarxistin.