"Dibe hêzên tundrew yên Idlibê li Efrînê bêne bicihkirin"

Li gorî rêkeftina navbera Enqere û Moskovayê de çeken gran li devera hatiye diyarkirin hatine vekişandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Sûriyê mijara Idliba ku keleha hêzên muxalif ya dawî ye û Tirkiyê û Rûsyayê li ser de rêkeftinek pêk anîbûn berev bidawîbûnê ve diçe. Li gorî rêkeftina navbera Enqere û Moskovayê de çeken gran li devera hatiye diyarkirin hatine vekişandin. Lê belê gorî pisporên Rojhilata navîn yên Tirkiyê derxistina hêzên tundrew li idlibê û çûna wan bo devereke din mijarên krîtîk û aloz in. Ligel vê babetê mijara Rojhelatê Feratê jî di rojeva Rusya û Tirkiyê de û hin pispor dibêjin piştî idlibê Moskova û Enqere dê berê xwe bidin Rojhelatê feratê.

Rêkeftina ku di navbera Tirkiye û Rusyayê de li ser Idlibê hatibû îmzekirin di 15ê Cotmehê de bidawî dibe, lê beriya bidawîbûnê ji aliyê sererkaniya Tirkiyeyê ve daxuyanî hate dayîn ku çekên giran li qada ku hatiye diyarkirin vekişiyane û ev prose temam bûye. Bi vê daxuyaniya rayedarên Tirkiyê bersiva pirsa gelo ew hêzên tundrew dê berev ku ve û bi çi awayî biçin di nava pisporên Tirkiyê de tê nirxandin.

Bi boçûna pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan mijara krîtîk ji Idlibê derxistina hêzên Tundrewe û ji bo wan hêzan sê rê hene ku Idlibê bên derxistin.

Oytun Orhan ji K24ê re wiha axivî:“ Bandora Tirkiyeyê ya li ser mixalîfên netundrew zêdetir e, lê belê em heman tiştî ji bo komên tundrew nikarin bibêjin. Ji loma jî wê li vê derê hin alozî rû bidin. Di nava HTŞê de nêzî 10 hezar çekdarên biyanî hene û ew kes wê li gorî rêkeftinê tevngerin. Dibe ku Tirkiye li hemberî wan hin tevdîrên zordestiyê bikar bîne. Heke ew komên radîkal ji herêmê vekişin 3 heb îhtimal hene. Ya wê bi operasyoneke hevpar ya Tirkiye û Rûsyayê werin tunekirin, ya wê bo welatên ku jê hatine werin vegerandin ya jî wê bo herêma Efrînê bên şandin û li wê derê bên cîhkirin.”

Ligel vê yekê Li Sûriyê Rojhilatê Feratê ya di bin kontrola YPGê de ye ku Emerîka piştevaniya wê dike yek ji mijara din ya krîtîk e. Li ser wê deverê berdevka wezareta karen Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ragihand ku ew bi fikarin li wê deverê bi piştevaniya Emerîkayê ji aliyê PYD/YPG ve devereke otonom bê avakirin.

Li gorî pisporên ku balê dikşînin eciziyên Tirkiyê yên li ser vê deverê dibêjin armanca daxiyaniya rayedarên Rusyayê ew e ku piştî rêkeftina Idlibê bi dawî bû bi Tirkiyê re operasyonekê li ser Rojhelatê Feratê pêk bîne.

Serokê Saziya KAFKASAMê Prof.Dr. Hasan Oktay dibêje: “Di lihevkirina Soçiyê de derbarê statûya Rojhilatê Feratê de jî xalekî hebû û li ser vê mijarê her du alî daxuyanî dabûn û biryardariya xwe ragihandibûn. Niha rêkeftina Soçiyê li Îdlibê tê cîbicihkirin, çekên giran tên vekişandin û aramiyeke heye. Ji vir şûnve wê Tirkiye û Rûsya Rojhilatê Feratê bêhtir bixin rojeva xwe. Jixwe rayedareke payebilind ya Rûsyayê derbarê mijarê de daxuyaniyeke belav kiribû. Li gorî min beriya ku Enqere operasyoneke bibe ser deverê wê bi Emerîkayê re rûnê û derbarê herêmê de planên Emerîkayê hîn bibe. Heke ne operasyoneke muhtemel wê di navbera Tirkiye û Emerîkayê de bibe sedema krîzeke nû.”

Li ser Rojhilatê Feratê ku niha serdestiya YPGê li wir heye serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand ku ew ê demekê nêz de li ser wê deverê operasyona xwe pêk bînin. Di rojên pêşiya me de wê zelal bibe ka dê ji aliyê kê we û bi çi awayê ev operasyon pêk bê.