K24 platforma bîrewerên cuda ye

Nûredîn Weysî:
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Damêzrêner û Rêveberê Giştî yê kenala Kurdistan24ê Nûredîn Weysî di çarçoveye beşdarîkirina di bernameya “Basî Roj” ya K24ê de ragihand, K24 werzê nû bi komek guhartinên nû dest pê dike. Derbarê 9 mehên borî de jî Weysî got: “Em naxwazin biryarê li ser xwe bidin û hez dikin ku bîner wê biryarê bide.”

Weysî got: “Li Kurdistanê ti dezgeheke pilebendî (Rêzbendî) tune ye bo zanîna ka ew medya li çi rêzê ye, lê ji destpêkirina pexşa K24ê, çendîn çar e bûye çavkaniya sereke ji ajansên nûçeyan û medyayên cîhanê re.”  

Derbarê awayê karkirina kenala K24ê de, Wesyî ragihand, ti kes yan aliyekî hêlên sor bo karkirina kanalê danenaye û ji bilî wê yekê, bîr û nêrînên hemû hêzên siyasî yên hemû perçeyên Kurdistanê tê de têne ragihandin.

Herwiha Weysî ragihand, K24 bi xwe hêla sor bo xwe danaye, ew jî riyê nade navzirandin û sivikî bi çi kes, aliyekî, hêzekî siyasî, ol yan regezekî were kirin. Herwiha rê nade jî bo belavkirina her bîr û boçûnekê ku tundûtûjiyê bike û aştiya civakî têk bide.

Weysî dupat kir ku, yek ji taybetmendiyên kanala K24ê, kar bi awayekî nerm bike û hewl nade ti kesî îstifzazê bike, wek ku li hin kenalên Erebî tê kirin, di demên dawî de hin medyayên Kurdî jî bi heman şêweyê kar dikin.  

Weysî kêfxweşiya xwe derbarê tevahiya bîr û baweriyên cuda yên çar perçeyên Kurdistanê de derbirî, ku pêşwazî li K24ê kirine û heta niha ti aliyekî siyasî K24 baykut nekiriye.

Li ser rexneyên li kenala K24ê tên kirin, ku dema pexşa bi zaraveya Kurmancî gelek e, Weysî ragihand, ew wî tiştî wek xaleke erênî dibînin. Weysî amaje bi wê yekê kir ku, K24 ne tenê kenala Hewlêr û Silêmaniyê ye, yan ya Herêma Kurdistanê tenê ye, lê K24ê hewl dide bibe kenala hemû perçeyên din yên Kurdistanê.

Derbarê pirsa ku K24ê nizîkî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye û ecindeyên wê partiyê cibicî dike, Weysî got: “Li Kurdistanê ti dezgeheke tune ye ne nêzîkî partiyekê be, niha xelkê Kurdistanê jî têdigihe ka kî nêzîkî kê ye, lê me di 9 mehên borî de hewl da hemû aliyên siyasî kom bikin.”

Herwiha got jî: “Ne girîng e kî nêzîkî kê ye, ya girîng ew e ku bi çi peyamê kar dike, di dema borî de hemû aliyên li dijî hev peyamên xwe di K24ê de ragihandin.”

Herwiha got: “Li cîhanê ti medyayek bi tevahiya xwe serbixwe tune ye, heta li Amerîka û Ewropa jî. Medya heye ji Komariyan ve nêzîk e, hin jî hene ji Demokratan ve nêzîk in, hene ji cihûyan ve nêzîk in. Ti merc tune ye ku medyayek di warê darayî de serbixwe be, divê medya serkeftî û professional be.”