Kozmonot Faris: Min kuştina gelê xwe qebûl nekir

Kozmonot Mihemed Ehmed Farisê ku navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nexşandiye û beriya şerê Surî ji aliyê xelkê xwe ve hertim bi şanazî dihate pêşwazî kirin yek ji wan penaberan e ku neçar maye berev Tirkiyê koçber bibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Ji sala 2011an û vir de ji ber şerê navxweyî yê Sûrî zêdeyî 500 hezar kesan jiyana xwe ji dest da û bi milyonan welatiyên Sûrî jî neçar man û berev welatên biyanî ve penaber bûn. Di nav van welatan de di rêza yekemîn de Tirkiyê tê ku îro jî bo zêdeyî 3 milyon penaberên Surî mazubantiyê dike. Kozmonot Mihemed Ehmed Farisê ku navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nexşandiye û beriya şerê Surî ji aliyê xelkê xwe ve hertim bi şanazî dihate pêşwazî kirin yek ji wan penaberan e ku neçar maye berev Tirkiyê koçber bibe.

Mihemed Ehmed Farisê ku di çarçoveya peymana di navbera Surî û Yekitiya Sovyetan de li Sovyetîstanê di warê zanistên fezayê de perwerdehî dîtiye; yekem astronotê Surîyeyî ye ku di sala 1987an de çûye fezayê û 8 rojan jî li fezayê maye. Herwiha Farisê ku li welatê xwe wekî qehremanekê dihate pêşwazî kirin piştî destpêkirina şerê navxweyî li Surî dibêje " Ez nikarim gelê xwe bikujim" û li dijî rejîma Esed beşdarî baskên opozîsyonê dibe. Kozmonotê Surîyeyî wekî yekem ferdekî Surîyeyî ku çûye fezayê wan rojên xwe wiha bi bîr tîne:

Kozmonot Mihemmed Ehmed Faris ji K24ê re wiha axivî: “Di wan deman de li Surî bo Zanistên Fezayê eleqeyeke mezin destpêkiribû. Li zankoyan peymangehên Zanistên Fezayê hatin damezrandin. Û biryar hat dayîn ku Kozmonoteke Surîyeyî biçe fezayê. Wê demê digel Yekitiya Sovyetan peyman hat girêdan û ez jî çûm fezayê. Perwerdehiya li Sovyetîstanê gelekî zehmet bû û ji nav bi sedan Kozmonotan ez hatim hilbijartin. Ew 8 rojên ku min li fezayê derbaskiribûn jî gelekî zehmet bûn lê digel hemû zehmetiyan min xwe ragirt; ji ber ku ev digel daxwaza gelê min û xeyala min a takekesî bû.”

Mihemed Ehmed Farisê ku li îstgeha fezayê ya Mîrê 8 roj derbas kirî, wekî her kozmonotekî di vegerê de ji aliyê gelê xwe ve wekî qehremanekî hat pêşwazî kirin. Piştî vegera ji fezayê Faris wekî qehremanekî netewî hat destnîşankirin û li ser peywira xwe ya di Hêzên Hewayî ya Surî de karê xwe berdewam kir. Lê Surî di sala 2011an de kete nav şereke qirêj. Faris neçar bû ku biryareke bide û di sala 2012an de digel opozîsyona Surî derbasî axa Tirkiyê bû. Faris dibêje ji ber ku ew li dijî Esad derdiket û digot; "ez gelê xwe nakujim" ji aliyê hêzên Esed ve rastî gef û zordestiyên mezin hatiye û 4 caran hewl daye ku ji Surî bireve û herî dawî jî bi zorî xwe ji destê wan xelaskiriye.

Mihemed Faris dibêje: "Di serî de dixwazim bibêjim ku wekî kozmonotekî Surîyeyî ez gelê xwe temsîl dikim. Ev gel malbata min e, xwuşk û birayên min û zarokên min in. Ez bi tu awayî temsîliyeta rejîma Esed nakim ez tenê temsîliyeta gelê xwe dikim. Min ew zilma ku rejîma dîktator li gelê xwe kirî bi çavên xwe dît. Bi firokeyan gelê xwe borduman kir; jin û zarokên bêgûneh li pêş çavê min dikuşt. Ez jî neçar mam ku ji wir derkevim."

Di van 6-7 salên dawî de ji ber şerê navxweyî yê Surî zêdeyî 8 milyon welatî malên xwe terk kirin û berev welatên cûda yên cîhanê ve penaber bûn û bi 100 hezaran zarokên ku wekî nifşên mexdûrên şer tên e binavkirin ji xeyalên xwe yên dahatûyê bêpar man. Mihemmed Ehmed Faris jî derfet nedît ku gênc û zarokên welatê xwe di warê zanistên fezayê de perwerde bike lê îro li Eyûba Stenbolê di dibistaneke taybet de digel zarokên ku dixwazin di dahatuyê de bibin kozmonot tecrûbe û zanyariyên xwe parve dike. Faris tenê yek ji wan çavkaniyên zindî yê Suriye ku ji ber şerê navxweyî berhewa bûye.