Li Diyarbekirê 30 sal in kesên astengdar pêlavan çê dikin

Li Diyarbekirê, 30 sal in ku hosteyekî pêlavan xizmeta şêniyên astengdar dike û pîşeya çêkirina pêlavan, bi rêya kursan hînî astengdaran dike da ku wan di nav civakê de bi cih bike.
kurdistan24.net

 

K24 - Diyarbekir

Li Diyarbekirê, 30 sal in ku hosteyekî pêlavan xizmeta şêniyên astengdar dike û pîşeya çêkirina pêlavan, bi rêya kursan hînî astengdaran dike da ku wan di nav civakê de bi cih bike. Hoste Levent Baykara ku ew bixwe jî ji lingê xwe astengdar e, di nav 30 salan de 300 astengdaran hînî çêkirina pêlavan kiriye û gelek ji wan kesan jî ji bo xwe atolyeyan vekirine.

Dengên van çakûçan, ji bo çêkirina pêlavan olan didin. Lê taybetiya destên ku van çakûç û bizmaran bi kar tînin ew e ku; hemû kesên astengdar in. Atolyeya pêlavan ku êdî bûye şûnwarê kesên ku ji laş û giyanê xwe xwedî asteng in; ji bo berdewamiya vî karî di bin navê Komeleya Hêvî Heye de tê rêvebirin. Serokê vê komeleyê Levent Baykara 30 salên xwe daye xizmeta kesên astengdar û ji gelek siyasetmedaran re jî pêlavan çêkiriye. Baykara dibêje; çawa ez li astengdaran xwedî derdikevim, divê rayedar jî li me hemûyan xwedî derkevin.

Levent Baykara ji K24ê re got: "Em li bendê ne ku hemû sazî û dezgehên pêwendîdar piştgiriya me bikin. Em hewil didin ku hevalên xwe yên astengdar bi pêş bixin û wan tevlî nav civakê bikin. Lê heger dewlet jî piştgiriya me bike, em ê hejmara gihandina hevalên xwe yên astengdar zêdetir bikin."

Di vê makîneyê de li gorî hejmara pêlavan çerm tê birîn. Ev çerm di destên hosteyî de tên teşedayîn û ji bo ku bikevin qaliban, radestî kursiyerên astengdar tên kirin. Ew jî li gorî modelên ku ji wan hatine xwestin, hêdî hêdî van pêlavan bi teşe dikin. Muhamet Guler jî yek ji van kursiyeran e ku 4 sal in li vê atolyeyê pêlavan çêdike. Guler dibêje; heger derfeta min a aboriyê dest bide, ez ê jî ji bo xwe atolyeyekê vekim û bazirganiya pêlavan bikim.

Muhamet Guler wiha axivî: "4-5 sal in em li vê derê ne. Me sertfîkayên xwe girtine. Ji ber ku karê me tuneye, em niha li vê derê ne. Alav û amûrên me jî kêm in lê dîsa jî em tên û dema me xweş derbas dibe."

Ji destên kursiyerên astengdar, di rojekê de 300 pêlav tên amadekirin. Ji pêlavên zilaman, heta pêlavên jin û zarokan, gelek pêlavên nûjen tên hilberîn. Ji ber ku ev kursiyer hemû bi dildarî dixebitin, rêveberên komele û atolyeyê jî xemgîn in lewra dixwazin hindik be jî mûçeyek bidin wan da ku baweriya wan digel hînbûnê, bi girtina heqdestê xwe zêdetir bibe. Lê kursiyer bêyî ku bêderfetiyên aboriyê bifikirin, di nav kêf û şahiyê de xebatên xwe dewam dikin.