DTK: Hikûmet li şûnwarên Kurdan nexşên osmaniyan bi cih dike

Li Diyarbekirê ji bo Parastina bermayiyên dîrokî yên li Bakurê Kurdistanê, komxebatek hat çêkirin. Komxebat ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk KCD'ê ve hat lidarxistin. Ji bo komxebatê gelek akademîsyen û nûnerên saziyên sivîl digel parlementerên HDP'ê beşdar bûn. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven diyar kir ku bi hinceta restorasyonê dixwazin dîroka Kurdan ji holê rabikin. Wekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim jî got ku ji aliye siyasî ve çi hewce bike, ew ê piştgiriya KCD'ê bikin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, li navçeya Sûrê komxebateke bi sernavê; "Em ji Heskîfê Heta Sûrê, Qirkirina Dîrok, Civak, Çand, Xweza û Bajêr rawestînin." hat lidarxistin. Komxebat bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk KCD'ê hat rêvebirin. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ve hat kirin. Leyla Guven diyar kir ku ew vê xebatê bi akademîsyenên xwedî lêkolînên li ser bajarên Bakur re dikin.

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji K24ê re got: "Jê re dibêjin Mîmariya Osmaniyan; wê bînin li Kurdistanê bi cih bikin, ji bo vê jî nexşên Kurdan ji holê rakin. Em bi vê yekê baş dizanin lê belê hewcedarî heye ku em werin cem hev û van mijaran nîqaş bikin. Lewra nîqaşên ji hev cuda tên kirin. Çi heye hinek kes  dibêjin; 'heger şerê xendekan nebûya, wiha nedibû.'Mesele ne xendek in, em dixwazin balê bikişînin ser vê yekê"

Komxebat bi nûnerên saziyên sivîl, digel rêveberên KCD'ê û akademîsyenan hat lidarxistin. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê jî ji bo piştgiriya xebatên pêşerojê yên bermayiyên dîrokî li komxebatê cihê xwe girtin.

Parlementerê Mûşê û Wekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim jî ragihand ku di bin navê peyva nûjenkirinê de mêtingeriya çand û dîroka Kurdan tê hedefkirin. Yildirim got: "Nûjenkirin bêjeyeke kapîtalîzmê ye. Di nav de mirovahî tuneye, heqîqet tuneye. Di nav vê bêjeyê de rant û lîberalîzm heye. Rant û lîberalîzm jî dijminê dîrokê ye."

Komxebata bi nûnerên saziyan û fikir û ramanên akademîsyenan hat rêvebirin. Li gorî rêvebir û endamên komisyona vê komxebatê radigihînin, bi rêya danûstendinên vê civînê dê di rojên pêş de ji bo parastina bermayiyên dîrokî yên li bajarên bakûr, xebatên girîng ên parastinê werin kirin.