“Dema referandûmê ye”
K24 – Navenda Nûçeyan
Nivîskar û lêkolînerê Fransî Gerard Chaliand ji K24ê re li ser pirsa referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ragihand, niha dema guncaw e bo birêvebirina referandûmê.
Nivîskar û lêkolînerê Fransî Gerard Chaliand got jî: “Dibe vê carê Amerîka li Rojhilata Navîn peyrew bike, ku rê bo damezrandina Kurdistaneke serbixwe xweş bike.”
Ev daxuyaniyên Nivîskar û lêkolînerê Fransî di demekê de ne, ku bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîneke berfereh de roja 25 Îlonê wek roja birêvebirina referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê hate diyarkirin.