Çemê Ceqceq bûye sedema gelek nexweşiyan

Çemê Ceqceqê ku di nava bajarê Qamişlo re derbas dibe û bi sedan mal û dukan li derdora wê hene, ji ber ku ava karîzan û gemara bajarê Nisîbînê û bajarê Qamişlo jî lê tê komkirin, bûye jêdereke mezin ji gelek nexweşiyan re û metirsî li ser jiyana welatiyên ku li derdora çem dijîn çê dike.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Çemê Ceqceqê li bajarê Qamişlo ku bi saya çem bixwe bajarê Qamişlo hatiye avakirin, di çend salên dawî de û ji ber ku ava çem naherike û bi ser de jî ava karîzan û gemara mal û dukanan jî lê tê komkirin, bûye jêdereke mezin ji bihna nexweş û hin nexweşiyan re. Malbatên li derdora çem herweha xwedanên dukanan jî gazinan ji vê rewşê dikin û dengê xwe dighînin saziyên têkildar ku çareyekê ji wan re bibînin.

Şaredariya bajarê Qamişlo ji aliyê xwe ve dibêje, ew jî bê care ne, çimkî çareya guncaw ku rayedarên Tirkiyê rê li pêş avê vekin da ku biherike û ava karêzên bajarê Nisîbênî jî ji ser çem veguhêzin.
Wekî çareyekî bilez, Hevseroka şaredariyê dibêje, ew hişyariyê didin welatî û xwedanê dukanan ku gemarê neavêjin çem. Herweha carcaran dermanên pêwist jî li çem û derdora wê dikin, da ku di riya mêş û pêşiyan re nexweşî belav nebin.

Li gorî berpirsên şaredariyê pirojeyeke wan heye ku ser çem bigrin û avahî û dukanan li ser ava bikin, lê ji ber tunebûna karînan û alîkarînebûna hin welatên cîhanê ku bi navê biratiya şaredariyan alîkariyan pêşkêş bikin, pirojeya wan hatiye rawestandin.