Li Wanê 8. Festivala werzişên avê hat lidarxistin

Rêvebirên saziyên werzişî û saziYên bajêrê Wanê jî bal kişandin ku Wan bi xweza û taybetiyên xwe bajarekî taybet e û ew jî hewl didin ku wan taybetiyên bajêr bidin nasîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Li Wanê 8. Festivala Werzişên Avê hat lidarxisin. Festivala îsal bi yariyên avê û çalakiyên cuda dest pê kir. Rêvebirên saziyên werzişî û saziyên bajêrê Wanê jî bal kişandin ku Wan bi xweza û taybetiyên xwe bajarekî taybet e û ew jî hewl didin ku wan taybetiyên bajêr bidin nasîn.

Li Wanê 8. Feltivala Werziş û yariyên avê yanî behre hat lidarxistin. Festivala ku dê 2 roj bi yarî û pênîşandanên werzişî bidome de; ji 20 bajarên Turkiyeyê 350 werzişvan ango yarîzan beşdarbûne.

Rêvebirê Saziya Xizmetên Ciwanan û Wezişî Yê Wanê Nevzat Înanç jî ji bo Kurdistan24 ragihand ku, di lidarrxistina festivalên wiha rengîn xweş de gelek pirsgirêk jî derdikevin lê ew kêfxweşin ku bi hevkariya Parêzgarî û şaredariyên Wanê re hevkar vê festivale lidardixin.

Nevzat Înanç got: “Me navê ferstivalê wek festivala werzişên avê daniye, lê yariyên futbola plajê, foleybola kumê jî tên leyîstin û hin werzişên me hene ku welatî bixwe jî dikarin bikin û kêfxweşbibin. Em ji bo piştgriya wan sipasiya şaredariyên navçeyên Wanê Artemert, Tûşba, Rêya Ermûşê û bi taybet jî Şaredariya Mezîn û Parêzgariya Wanê dikin. ”

Li gel werzişvanan, welatî jî ji bo ku dema xwe li festivale biborînin hatibûn û temaşeyî werziş û yariyan kirin. Kubra Yurdtapan ku eslê xwe ji Wanê ve jî, li Faransayê dijî û bo serdanê hatiye Wanê, radigihîne ku ew gelek kêfxweş e û destxweşî li amadekarên festivale dike.

Kubra Yurdtapan dibêje: “Festival gelek baş e û bi çalakiyên balkêş derbas dibe. Min berê jî gelek xwestibû beşdarbibim, lê derfetên min çênnebûbû. Çalkiyeke supper e û destên amadekaran xweşbe.”

Festivala Werzişên Wanê ku 26’ê Tebaxê destpêkir dê heta êvara 27’ê tebaxê bi yariyên werzişî û çalekiyên cuda berdewam bike.