"Demîrtaş daxwaza guherîna dadweran kir"

Li Tirkiyê di mijdara sala 2016an de hevserokê berê yên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bi deh parlementerên HDPê hate girtin û hêj dî di girtîgehê de ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyê di mijdara sala 2016an de hevserokê berê yên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bi deh parlementerên HDPê hate girtin û hêj dî di girtîgehê de ye. Demîrtaş ku ev 25 meh in di girtîgehê de ye li Enqera paytexta Tirkiyê carek din bixwe derket pêşberî dadgehê. Parlanemterên HDPê û parêzerên Demîrtaş yên ku dazê dişopînin dibêjin tevî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê Demîrtaş nehate azadkirin ji loma jî tê xwastin Demîrtaş her di girtîgehê de bimîne.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku ev 2 sal û nîv e di girtigehê de ye cara 6em li girtîgeha Sîncanê di 19emîn dadgeha giran ya li Enqera paytexta Tirkiyê derket pêşberî dadgehê. Demîrtaş vê carê bixwe beşdarî vê doza xwe ya sereke bû û bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir û bangî hemû gelê Kurd kir ku xwedî li zimanê xwe derkeve. Ligel vê yekê Demîrtaş di destpêka parastina xwe de daxawaz ji dadweran kir ku dev ji darizandina wî berdin ji ber ku bi awayekê bê alî tev negeriyane û her li ser daxwaza hikûmetê biryar dane.

Derbarê dadgehkirina Demîrtaş de hevserokê HDPê Sezaî Temellî taybet ji Kurdistan24ê re ragihand ku hikûmet dixwaze Demşîrtaş di girtîgehê de bihêle û ji siyasetê dûr bixe lê belê ev ê seranserê Tirkiyê ji bo Demîrtaş di çarçoveya hiqûqê de têkoşîna xwe bidomînin.

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî ji K24ê re got: “Bi rastî di dozên Selahattîn Demîrtaş de me dît ku daraz ber bi tunebûn û têkçûyînekê ye. Birêz Demîrtaş jî di axaftinên xwe de da diyarkirin ku li Tirkiyê daraz di bin bandora hikûmetê de dixebite. Piştî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê demildest Demîrtaş heta cezakirin. Ji ber ku tê xwastin Demîrtaş her di girtîgehê de bimîne û di qada siyasetê de bê dûrxistin û qedexekirin. Li hemberî vê bêedaletî û tundya li ser HDPê li her deverê em ê ber xwe bidin.

Beriya darizandina Demîrtaş di 20ê Mijdarê de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bi sedema ku mafê azadiya fikr û ramanan û mafê hilbijartinê ya Selahattîn Demîrtaş hatiye binpêkirin demildest azadkirina Demîrtaş dabû lê belê ev biryar ji aliyê Tirkiyê ve nahatibû cibicîkiirn.

Ji ber vê çendê Parêzerên Demîrtaş jî dibêjin ku ne mûvekkîlê wan ne jî ew nebawerin ku dadgeh derbarê Demîrtaş de biryareke hiqûqî û erênî bide.

Parêzerê Selahattîn Demîrtaş Mesût Ozer dibêje: "Bi rastî brêz Demîrtaş jî hevalên parêzer jî ji dadgehê daxwaza tehliyeyê nakin. Ji ber ku me dît biryara DMME'yê ya azadkirina Demîrtaş jî bicih nekirin û doza wî ya Stenbolê de bi awayekî lez û bez biryara dan û bi 4 sal û 8 mehan cizakirin. Ji ber vê qasê jî bi rastî tu hêviyeke me ji vê dadgehê nemaye. Lê derd e birêz Demîrtaş ew e ku bila rastî derkevin holê."

Dosyeya derbarê Demîrtaş de ku doza wî ya sereke ye ji 32 fezlekeyan pêk tê û bi tohmeta ku propagandaya PKKê kiriye ji bo Demîrtaş 142 sal cezayê girtîgehê tê xwastin. Herwiha Darizandina Demîrtaş dê heta 14ê Berfanbarê Berdewam bike û Demîrtaş dê heta 14ê Berfanbarê her parastina xwe bike.