Rêveberiya Xweser bersiva Wezîrê Derve yê Sûriyê dide

Piştî ku Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd El-Muelim ragihand, hikumeta Sûriyê amade ye bi Kurdan re li ser rêveberiyeke xweser li Sûriyê gotûbêj bike, Rêveberiya Xweser di daxuyaniyeke fermî de li ser daxwaza El Muelim erê kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Piştî ku Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd El-Muelim ragihand, hikumeta Sûriyê amade ye bi Kurdan re li ser rêveberiyeke xweser li Sûriyê gotûbêj bike, Rêveberiya Xweser di daxuyaniyeke fermî de li ser daxwaza El Muelim erê kir.

Berpirsên rêveberiya xweser didin zanîn ku ew amade ne bi rêjîma Sûriyê danûstandinê bikin, lê projeya wan ji rêveberiyek xweser li herêmên Kurdî mezintir e.

Hevserokê Encûmena Zagonsaz Hekem Xelo ji K24ê re got: “Projeya me projeyeke federalî ye ji bo tevahiya Sûriyê. Rêveberiya Xweser gava bingehîn a federaliyê bû. Em îro federaliya Bakurê Sûriyê radigihînin. Danûstandin tenê li ser rêveberiyeke xweserê dê têre me neke. Baweriya rêjîmê nehatiye guhartin, di bala wê de ye ku ewê tenê sîstema rêveberiya xweser a ku berê di destûrê de hebû, hinekî fereh bike, lê projeya me ji bo tevahiya Sûriyê ye.”    

Ji aliyê xwe ve, Serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) diyar dikin, ew bi çareseriyeke siyasî re ne, lê li gorî biryarên Netewên Yekbûyî û di bin siya destûreke Sûrî ku mafên Kurdan tê de were parastin.

Endamê Komîta Têkiliyên Derve ya ENKSê Fêsel Yousif ji K24ê re wiha axivî: “Em pê re ne, heger di çi kongreyekê de be û çavdêriya navdewletî be û mafên miletê Kurd tê de bê parastin û çareseriyeke siyasî û rêjîmeke demokratî bê bê peydakirin. Em pê re ne, ku ji aliyekî tenê bi rêjîmê re li mafê miletê Kurd guftûgo bikin, lê divê di çarçoveyeke giştî de be û destûrekê ku xelk hevbeşê wê be.”

Li gori hin şopîneran, rêjima Sûriyê di metirsiyê de ye, Çimkî daxwiyaniya El-Muelim di demekê de hat. PYD di kongirê xwe yê hefteyemîn de tekezî li ser sepandina projeya federaliyê kir, herwiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk gelek destkeft li ser zemînê bi dest xistine.