Hunermedekî Kurd yek milyon Dolar li berhemekê xerc dike

Hunermendê Kurd Ahmet Guneştekîn bi navê "Jûreya Nemiriyê" berhemeke ku giraniya wê 40 ton e û 130 kesan tê de kar kiriye çê kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Hunermendê Kurd Ahmet Guneştekîn bi navê "Jûreya Nemiriyê" berhemeke ku giraniya wê 40 ton e û 130 kesan tê de kar kiriye çê kir. Ji bo vê berhemê 1 milyon dolar hatiye xercikirin bi piştevaniya karsaz Fettah Tamînce. Guneştekîn dema ev berhema xwe çê kiriye di bin bandora Gobeklî Tepeya 12 hezar salî de maye û "Jûreya Nemiriyê" dişibîne Tofana Nûh û Destana Gilgamej.

Dergûşa mirovahiyê Xerawreşk, "Gobekli Tepe"ya ku 12 hezar saliye tesîreke mezin li ser Hûnrmendê Kurd Ahmet Guneştekîn dike. Ji ber wê yekê jî navê berhema xwe ya ku çêkiriye daniye "Jûreya Nemriyê". Ev berhema ku hunermend di 4 salan de çêkiriye niha li Contemprary Stenbolê tê pêkêşkirin. Gûneştekîn vê berhema xwe li aliyekî dişibîne Tofana Nûh li aliyê din jî dişibîne Helbetsa Babîlê ya 4 hezar salî ku em wek Destana Gilgameş dizanin. Li gorî Guneştekîn hêmanên ku li Gobeklî Tepeyê peyda bûne yanî li Xerawreşkê, ne tenê bîra dîrokî ya mirovahiyê di heman demê de çavkaniya pêkhatina çand û mîtosan e jî.

Hunermend Ahmet Guneştekîn ji K24ê li ser berhema xwe wiha axivî: "Nemirî têgîneke hûn dikarin her wateyê jê derxin. Forma bingehîn ya berhemê peresgeha rojê ye. Ew perestgeha 12 hezar salî Gobeklî Tepe jî ji bo me wek perestgeheke rojê ye. Di vê berhemê de referansa min destana Gilgameş e. Ya li ser tofan û nemiriyê. Dîwarê navîn yê berhemê mirin e wek gorekê, wek zikê dayikekê. Dîwarê derve jî dinya û zemanê nû ye yanî roja îro ji me re rave dike."

Hunermend Ahmet Guneştekîn, bi vê berhema xwe, mîtosan jinûve şîrove dike, bi bîr û boçûneke modern. Li gorî wî di her serdema mirovahiyê de baweriyên olî, bi rojevê ve tekîldar bûne. Ew jî vê teswîra berhema xwe dişibîne awayekî rojê ku jê re dibêje warê baweriyê.

Xwendekar Melek Yavuz got: "Ji bo Tirkiye û cîhanê berhemeke gelekî giranbuha ye. Min gelekî eciband. Jûreya Nemriyê pêre pêre ez kişandim nava xwe. Serkeftinê ji hûnermend re dixwazim."

Hunermend di berhema xwe ya "Jûreya Nemriyê" de 22 hezar perçe bikaranîne ku ji qoq û kilox, qiloç an kû şaxan pêk tê. Qoqa serî ya herî mezin ku ji qoqên biçûk hatiye xemilandin Hz. Nûh temsîl dike. Ev zimanê ku ji devê qoq an kû kilox dirêj dibe jî, wî marê ku di devê perestgeha pîroz Laleş de ya Ezîdiyan de cih digre temsîl dike.

Telersaz Halîs Başarir dibêje: "Ev xebat, xebateke gelekî serkeftî ye. Kedeke mezin heye tê de. Hem bi naveroka xwe û hem jî ji aliyê ahenga dîtbarî ve, ev berhem afirandineke bêhempa ye ji aliyê hûnermend ve."

Nêzîk yek milyon dolar pere li vê "Jûreya Nemiryê" çûye û hemû xebat ji alîmunyûmê ye. Giraniya wê 40 ton e. û 7 tir di barkirina wê de 7 tên tên bikaranîn digel vînçekê. 130 kesan di çêkirina vê berhemê de cih girtiye. Piştî Tirkiyê "Jûreya Nemiriyê" di serî de li New Yorkê û wê li gelek welatên cîhanê dereke rêwîtiyeke ku 3 salan bê pêşandan.