Rûsya: Bazirganiya bi Tirkiyê re dê 100 Mîlyar Dolarî derbas bikin

Tirkiye ya ku di warê dîplomasiya navdewletî de di navbera Amerîka û Rusyayê de polîtîkaye hevsengiyê birêve dibe bi destpêka sala 2019an zêdetir xwe nêzîkê Rûsyayê dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere  

Tirkiye ya ku di warê dîplomasiya navdewletî de di navbera Amerîka û Rusyayê de polîtîkaye hevsengiyê birêve dibe bi destpêka sala 2019an zêdetir xwe nêzîkê Rûsyayê dike. Di vê çarçoveyê de ji bo xurtkirina pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê li Enqera paytexta Tirkiyê konferanseke navdewletî hate lidarxistin. Rayedarên balyozxaneya Rûsyayê yên beşdarî konferansê bû diyar kirin ku di warê dîplomasî, bazirganî û enerjiyê de dê bi Tirkiyê re gavên grîng pêk bînin. Pisorên Tirkiyê jî amaje pê kirin ku mûşekên S400 demeke nêz de wê li Tirkiyê bêne bicihkirin.

Tirkiye di heyamên dawî de di serî de li qada Sûriyê û taybetî di mijara dehatûya Idlibê de li gel vê yekê di warê aborî, enerjî û sîstema parastina hewayî de bi Rûsyayê re di nava pêwendiyên baş de ye. Li ser vê nêzîkbûna her du welatan Li Enqera paytexta Tirkiyê bi beşdarîbûna balyozê Rûsya li Enqerê, nûnerên bazirganiyê yên Rûsyayê û bi beşdarîbûna pisporên pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê konferanseke navnetewî hate lidarxistin.

Di destpêka konferansê de Balyozê Rûsya li Enqerê Alekse Erkhov axaftinek kir û bal kişand ser bandora pêwendiyên Enqere û Mûskowê yên li ser Rojhilata Navîn û got nêzîkbûna her du welatan planên gelek welatan têk birin.

Balyozê Rusya li Enqerê Alekse Erkhov got: "Sûriye j bo Rûsya û Tirkiyê girîng e. Her du welat jî yekrêziya xaka Sûriyê dixwazin. Ji bo dahatûya Sûriyê Tirkiye û Rûsya dê di heyameke dirêj de di nava hevkariyeke girîng de bin. Ji bo Idlibê û proseya Astanayê em her gav di nava pêwendiyan de ne. Hekariya me rê li ber vekêşina Emerîkayê ya li Sûriyê vekir."

Di konferansê de Nûnerê Rûsyayê yê Bazirganiyê Aydar Gaşîgullîn jî da diyarkirin ku di salên dawî de bazirganiya navbera Tirkiye û Rûsyayê de her ku diçe zêde dibe û bi dehan rêkeftin hatine Îmzekirin.

Nûnerê Bazirganiyê yê Rûsyayê yê Fermî Aydar Gaşîgullîn got: "Di Navbera Tirkiye û Rûsyayê de di sala borî de di warê geştûgûzarî, pîşesazî û enerjiyê de hecma bazirganiyê 30 mîlyar dolarî derbas kir. Niha li Rûsyayê nêzîkê 2 hezar kompanyayên Tirkiyê yên bazirganiyê hene di heman deme de 1000 kompanyayên Rûsyayê jî li Tirkiyê kar dikin. Armanca me ew e ku em hecma bazirganiya bi Tirkiyê re bigehêjînin 100 mîlyar dolarî."

Pisporên Tirkiyê yên Ewlehiyê jî ku beşdarî konferansê bû amaje pê kirin di navbera Tirkiye û Rûsyayê de mijara mûşekên S400an demeke nêz de wê çareser bibe û li Sûriyê jî wê di nava hevkariyeke berfireh de bin.

Pisporê Parastin û Ewlehiyê Dr. Gûray Alpar ji K24ê re got: "Tirkiye û Rûsya xwedî têkîliyên dîrokî ne. Geşedanên di heyama dawî de pêk hatine jî dide xuyakirin ku Rusya û Tirkiye di warê parastinê de hevkariyên girîng dê pêk bînin. Ligel vê yekê di mijara mûşekên S400an de tu kêşe tune ne û demeke nêz de dê li Tirkiyê bêne bicihkirin. Herwiha di rojên dawî de Rûsya di qada Sûriyê li gorî hesasiyetên Tirkiyê tev digere û ev yek rojên bê de dê pêşiya hevkariyên mezin weke di warê leşkerî de."

Di 23ê Çileyê de Serokomarê Tirikiyê Erdogan serdana Rusyayê kiribû û bi serokê Rûsyayê Putîn re hevdîtin pêk anîbû. Herwiha di çarçovaya Lûtkeya Soçîyê de Serokomarê Tirkiyê Erdogan wê di 14ê Sibatê careke din biçe Soçiyê û wê li gel Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn re bicive. Ji loma jî psporên ku balê dikşînin ser van hevdîtinan dibêjin ku Tirkiyê di rojên bê de dê zêdetir polîtîkayên xwe bi Rûsyayê re birêve bibe.