Mesrûr Barzanî: Gavên me yên berve referandûmê, destûrî û aştiyane ne

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubis civiya.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubis civiya.

Di civînê de derbarê daxwaza Herêma Kurdistanê ya encamdana referandûmê, şanda NY tekezî li ser wê kir, ku ew piştevaniya encamdana guftûgoyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin, di herdu qonaxên berî referandûmê û piştî referandûmê, ku bi awayekî aştiyane hemû pirsgirêk çareser bibin.

Di hemberê de, Mesrûr Barzanê tekezî li ser wê kir, ku referandûm mîkanîzmeke demokratî ye bo zanîna daxwaza welatiyên Herêma Kurdistanê. Niha û di pêşerojê de jî Kurdistan dibe faktera çareseriya aştiyane ji hemû pirsgirêkên navçê re.

Mesrûr Barzanê tekezî li wê yekê jî kir, bo pirsa referandûmê jî rêkarên destûrî girtiye ber, ji ber ku li gor destûra Iraqê cibicîkirina Bexda ji destûrê re ev dergeh bo gelê me vekirî ye, bo biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û derbarê vê yekê de jî ligel Bexdayê berdewam dibin di danûstandinên aştiyane de, bo gihêştina bi encamekê ku rêzê li xwastekên welatiyan bigire.