Li ber kela Wanê konsereke pir zimanî hat lidarxistin

Îsal jî li ber keleya Wanê bi sitran û mûzîkên bi 8 zimanan pêşkêş kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Li Wanê Koma Muzîkê Anka ku ji Mûzîkjenên zimanên cuda pêk tê û her sal li Wanê konsereke pir zimanî pêşkêş dikin. Îsal jî li ber keleya Wanê bi sitran û mûzîkên bi 8 zimanan pêşkêş kirin. Konsera ku piştgiriya Yekitiya Ewrûpa û hevkariya Jûra Pişesazî û Bazirganiya Wanê VANTSO'yê ve bi şiyara "Ji Urartuyan heta Ewrûpayê melodiyên mûzikê" hat lidarxistin de, beşdaran şevek, bi muzikên ji zimanê cuda li ber Kela Wanê da derbas kirin.

Bi Kurdî, Turkî, Farisî, Erebî, Ermenkî, Îngilîzî û hwd. Melodiyên mûzîkê yên ji zimanên cudareng, li ber Keleya Dîrokî ya Wanê bi konserekî hatin gotin û pêşkêş kirin. Koma Mûzîkên Pir Zimanî Anka bi konsera xwe ya ji Urartuyan heta Ewrûpayê Melodiyên Mûzikê, beşdaran bi mûzîkên pir zimanî coşandin.

Damezrenêrê Koma Mûzîkê Ankayê û rêvebirê projeyê Mûzîsyen Necdet Bayat, ji bo Kurdistan24 ragihand ku ew bi lidarxistina 2. Konsera pir zimanî kêfxweş in û ew bi mûzîkên xwe yên dora ji 20 zimanan, çand û zimanên cuda bi hêst û wateyên hevpar girê didin.

Mûzisyen û Rêvebirê Projeya Pir Zimanî Necdet Bayat ji K24ê re wiha axivî: "Emê îro bernameyeke muzîkê lidar bixin. Bi piştgiriya Yekitiya Ewrûpa 2. Bernameye ku em lidardixin. Emê sitranan bibêjin, sitranên bi pir zimanî:bi zimanê Kurdî, zimanê Turkî, erebî, farisî, Azerî, Îbranî, Îspanyolî, îngilîzî û gelek zimanan em mûzîk dikin"

Beşdarên konserê ragihandin ku lidarxistina bernameyên wiha, ji bo pêkvejiyana çandên cuda jî girîng in û li ber Keleya Wanê ku ji Urartuyan maye lidarxistina vê konsere jî watedar nirxandin.

Endamê Rêvebiriya Jûra Pişesazî û Bazirganiya Wanê Farûk Bîner jî da zanîn ku ev proje di çarçoveya mîrateyên çandî yên Ewrûpayê de tê lidarxistin û wan jî xwestiye îsal li be Kela Wanê vê çalakiyê lidar bixin.

Rêvebirê VANTSO'yê Farûk Bîner dibêje: "Em li ber Kelaya Wanê ku Şaristaniya Urartuyan lê destpê kiriye, bi mûzîkên ji 20 zimanên cîhanê, dixwazin şeveke pir reng û pir deng ya muzîkê pêşkêş bikin hêvîdar im jî baş bibe."

Hat ragihandin ku dê her sal bi berdewamî, lê bi şiyarên cuda van konserên pir reng û pirdengî bên lidarxistin.