Mislim: Divê gerentîkerên navdewletî bo diyaloga bi rêjîmê re hebin

Endamê Komîtia Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim radigihîne, Rojnameya Watan girêdayî îstixbarata Sûriyê ye û tiştê îstixbarata Sûriyê ji wê rojnameyê dixwaze, ew dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîtia Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim radigihîne, Rojnameya Watan girêdayî îstixbarata Sûriyê ye û tiştê îstixbarata Sûriyê ji wê rojnameyê dixwaze, ew dike.

Hevserokê berê yê PYDê û endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê û Salih Mislim ku beşdarî Sêyemîn kongreya Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) li Tebqayê bûbû ji K24ê re got, niha Sûriye di qonaxeke nû re derbas dibe û ew hêvî dikin ku biryarên kongreyê ji bo çareseriya siyasî bin.

Li ser danûstandinên di navbera ESD û rêjîma Sûriyê de ku li gor medyaya nêzîkî rêjîma Sûriyê dibêje, ku danûstandin dibin û hin encam jê derketine. Salih Mislim got: “Tiştê di ragihandina nêzîkî rêjîmê de tê belavkirin, ne cidî ne. Berpirsên ESD û TEV-DEMê dibêjin ew ji diyalogê re amade ne, lê divê gerentîkerên navdewletî bo van diyalogan hebin, ji bo biryarên bêne standin, bêne cibicîkirin”.

Mislim tekez kir, ta niha ev yek nebûye û ti diyalog jî çê nebûne û tiştê ku rêjîma Sûriyê û alîgirên wê dixwazin, diyar dibe ku ew ji vê diyalogê re ne cidî ne.

Derbarê nûçeyên “Watan” a Sûriyê, ku gotibû “Salih Mislim sîxurê Tirkiyê û berpirsê yekem ê ketina Efrînê di destê Tirkiyê de ye” Mislim got: “Rojnameya Watan girêdayî îstixbarata Sûriyê ye û tiştê îstixbarata Sûriyê ji wê rojnameyê dixwaze, ew dikin. Rojnameya Watan derewan dike, ev e Tebqa, ne rêjîm hatiye û ne radestî rêjîmê bûye. Tenê çend karmendên ji bo bendava Ferêt bixine kar hatine wî bajarî û ti pêwendiya wa bi rêjîmê re nîn in.”

Li ser pirsa ku niha rêjîma Sûriyê hewla kontrolkirina Derayê dide, ma metirsî heye rêjîm bê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê. Mislim got: “Biryarên me ji gelê me ne, HSDê jî biryarên xwe ji nava xwe ne û bi ti kesî ve ne girêdayî ne. Her kesê bixwaze bê biryareke siyasî û hevpeymaneke civakî destdirêjiyê li ser van herêman bike, em li ber xwe bidin.”  

 

 

S. B