ENKS û HNKS bêdengiya navdewletî şermezar dikin

Êrîşên hêzên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê digel bêdengiya civaka navdewletî re li ser bajarên Kurdistanê berdewam in. ENKS û HNKS bêdengiya navdewletî şermezar dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo
Êrîşên hêzên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê digel bêdengiya civaka navdewletî re li ser bajarên Kurdistanê berdewam in, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) vê bêdengiyê ji aliyê civaka navdewletî ve şermezar dike, Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (HNKS) jî yekrêziya Kurdî bersiva herî guncaw di vê qonaxê de dibîne.

Cîgira Serokê ENKS'ê Fesla Yûsif ji K24ê re wiha abî ziman: “Ev êrîş li ber çavên Amerîka, navdewletî û dewletên Ewropî yên xwe xwediyê mafên mirovan dizanin çê dibe. Tiştê ku miletê Kurd kiriye, rewa ye û ne li dijî yasa û belgeyên navdewletî ne. Plan û fişarên pir mezin li ser Kurd çê dibin. Ev ne cara yekem e, gelek caran civaka navdewletî em xapandine. Lê gelê Kurd bi serokatî û Pêşmergeyên xwe dê karibe vê qonaxa dijwar derbas bike û biser bikeve.”

Serkirdê di HNKSê de Mistefa Meşayix jî got: “Êrîşa Heşda Şeibî û hikûmeta navendî û bi piştevaniya Îran û Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê cihê şermezariyê ye. Îro yekîtiya helwest û gotara Kurdî tê xwastin, da ku bibe bersiv ji hemû pilanên ku îro li dijî Kurd tê hûnandin.”

Ji 16ê vê mehê ve mîlîsyayên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî bi çekên Hevpeymaniya Navdewletî êrîşî bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê dikin, û digel berevaniya hêzên Pêşmerge di ber xaka Kurdistanê de, ta niha civaka navdewletî derbarê binpêkirinên hêzên êrîşker de bêdeng maye û ev yek jî metirsiyên pêkanîna komkujî û koçkirina sivîlan li cem saziyên mafên mirovan peyda dike.