Bucak: Em dixwazin Kurd li Bakur bibe desthilatdar

Serokê Giştî yê Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK) Sertaç Bucak beşdarî bernameya “Rojev” bû û li ser hevpeymaniya partiyên Kurdistanî bi HDPê re ragihand, berî demekê wan daxuyaniyek bi hev re derxistibû û duhî jî protokolek ji bo çawaniya meşandina xebatekê heta hilbijartinan bi hev re îmze kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK) Sertaç Bucak beşdarî bernameya “Rojev” bû û li ser hevpeymaniya partiyên Kurdistanî bi HDPê re ragihand, berî demekê wan daxuyaniyek bi hev re derxistibû û duhî jî protokolek ji bo çawaniya meşandina xebatekê heta hilbijartinan bi hev re îmze kir.

Li ser naveroka wê peymanê Sertaç Bucak aşkere kir, derbarê çawaniya meşandina propaganda hilbijartinan û çawaniya çareserkirina her alozî û astengiyekê ku di dema hilbijartinan de derkevin de ye. Herwiha ew peyman bingeha xebata partî û rêxistinên Kurdistanî bi HDPê re ye.

Got jî: “Ev peymana bi partiyên Kurdistanî bi HDPê re heta 31ê Adarê roja hilbijartinan e, ji ber ku em dixwazin Kurd li seranserî welatê xwe li Bakur bibin xwedî desthilat û ew şaredariyên ku qeyum li şûna wan hatin erkdarkirin, îradeya gel dubare lê bicih were.”

Serokê Giştî yê (PDK) Sertaç Bucak diyar kir jî, “Piştî hilbijartinan heger ev ezmûn ji bo me hemûyan baş bû, wê demê em hêvî dikin li ser xebateke stratejîk û siyasî ji bo pêşerojê bixin rojevê.  Ji bo wê yekê, ev ezmûn gelekî girîng e û gelê me dixwaze Kurd bi yek dengî bimeşe. Rast e hemû partiyên Kurdistanî îro ne bi me re ne, lê em hêvî dikin di pêşerojê de bi hev re bin.”

Li ser biyara girtina partiyên Kurdistanî jî got, siyaset li Bakurê Kurdistanê gelekî zehmet birêve diçe, her roj girtin û pevçûn li milet û siyasetmedaran hene, ji ber wê pêwîst e bi awayekî siyasî di hilbijartinan de biser bikevin û hemû şaredariyên li welatê me bidest bixin û dawiyê li qeyuman bînin. Piştî hilbihartinan jî emê projeyên xizmetguzariyê nîşanî gelê xwe bikin.

Got jî: “Yasa û siyaseta dewleta Tirkiyê gelek dijayetî Kurdan dike, nahêlin Kurd partiyeke xwe bi nasnameya xwe bi navê Kurd û Kurdistanê ava bikin û xebateke sivîl, demokratîk û siyasî bikin. Siyaseta dewleta Tirkiyê siyaseteke kevin e, her tim dixwazin Kurd partiyên Kurdî wek partiyên ne demokratîk û terorist nîşan bidin.”

 

 

S. B