Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê: Pêwendiyên bihêz bi Herêma Kurdistanê re hene û hevkarî jî berdewam dibin

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê li Minchenê li perawîza Konferansa Asayişa Cîhanê re bi Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Gavin Williamson civiya.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê li Minchenê li perawîza Konferansa Asayişa Cîhanê re bi Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Gavin Williamson civiya.

Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Gavin Williamson piştî civîna bi Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê re ragihand, “Me civîneke baş encam da û her dem pêwendiyên bihêz di navbera gelê Kurdistanê û Brîtanyayê de hene û hevkariyên me berdewam dibin.”

Ji aliyê xwe ve, derbarê Mesrûr Barzanî derbarê hevdîtina bi Wezîrê Bergîriyê ya Brîtanyayê de di twittera xwe de nivîsî: “Me tekezî li ser dostaniyê û pêwendiyên me yên bihêz kir.”

Got jî: “Derbarê DAIŞê de hevnerîn bûn ku her dem ew rêxistin li ser Iraq û Sûriyê metirsî ye û pêwîst e rûbirûbûna wê bi hewla cîhanê heye.”

Şêwirmendê Encûmana Asayişa Kurdistanê Mesrûr li Minchenê li perawîza Konferansa Asayişa Cîhanê îro bi Mihemed Cewad Zerîf û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Geir Pedersen re civiyabû.

Di konferansa îsal a Munchenê de zêdetir ji 35 serok û serokwezîr, 50 wezîrên derve û 30 wezîrên bergîriyê yên cîhanê beşdar in û Angela Merkel wek Şêwirmena Almanya tê de amade dibe.  Di konferansê de çendîn pirsên girîng ên derbarê asayişa navdewletî û metirsiyên cîhanê têne guftûgokirin.

  

 

S. B