Di cejna Remezanê de pêşangeha penaberan

Di şeş saliya şerê Sûriyê de ew rewşa kambax ya penaberan ku li holê ye û bêdengiyeke mezin heye li hember vê jiyana drmatîk, ji aliyê Visioncya ku di bin banê Neteweyên Yekgirtî de ye li Enqerê bi navbeykariya pêşangeheke bi navê "Exodus Déjà vu" yanî "Dubareya Jiyana Koçê" hate organîzekirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Di şeş saliya şerê Sûriyê de ew rewşa kambax ya penaberan ku li holê ye û bêdengiyeke mezin heye li hember vê jiyana drmatîk, ji aliyê Visioncya ku di bin banê Neteweyên Yekgirtî de ye li Enqerê bi navbeykariya pêşangeheke bi navê "Exodus Déjà vu" yanî "Dubareya Jiyana Koçê" hate organîzekirin.

Li gorî agahiyên fermî yên ragihandî, heta niha 260 hezar kesî canê xwe ji dest daye, 6,3 milyon kes jî di statûya penaberên navwelêt de ne, 5.1 miyon kes jî ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê li cîhanê belav bûne. Ev drama penaberan ku şerê Sûriyê rê li ber vekiriye, wan rûdanên ku di salên 1970ê yî de li Kamboçya û di van demên dawîn de jî li Myanmarê tê jiyandin bi bîr dixe. Li gorî organîzetorên pêşangehê ev rewş dike ku ew jêpirsîna wê yekê bikin bê ka gelo tund û tujî rê li ber çi vedike û dibînin ku di heman zemanî de dîrok her xwe dûbare dike.

Dîrektorê Pêşangeha Penaberan Patrice Vallette ji K24ê re got: "Projeya Exodus - Deja Vu di sala 2016an li Malezyayê det pê kir. Ev du sal in ku li hemû dinyayê digere ev proje. Ev proje projeyeke gelekî taybet e. Ji ber ku wêneyên wênekêşên ji hev cihê ku ne ji jenerasyona hev in di nava vê projeyê de hene. Her xebateke di nava vê projeya penaberan de jenerasyoneke din ya jiyana penaberan jî dest nîşan dike."

Ev pêşangeh ku ji wêneyên 5 wênegiran û pêyamnêrekî wênegir pêk tê ji raboriyê heta îro ji nêzîk ve li arîşeya penaberan dikole û wêneyên rêwîtiyên xeternak yên penaberan digire. Di heman demê de konsensûsekê pêk tîne di navbera wan koman de ku xwedan heman "Mafên Mirovan" in, lê bi zimanên cûda dipeyivin û li warên cûda dijîn. Welatî jî dibêjin agahdariya pêşangehên bi vî awayî divê din ava civakê de zêdetir bêne kirin.

Xwendevana Zanîngeha Ragihandinê dibêje: "Ev mijara penaberan gelekî di rojevê de ye. Li welatê me jî Sûriyeyî hene. Ez gelekî xemgîn bûn ji ber van kesên ku ji cih û warên xwe hatine koçkirin. Hikûmetên welatan divê kêşeya penaberan çareser bikin. Xwezî şer dernekeve û mirov ji mecbûrî ji welatên xwe koç nekin. Lê mixabin penaber ji bo ku karibin bijîn xwe dispêrin hindek welatên din."

Li gorî wênekêaşn armanca vê pêşangehê ne tenê temaşekişrina wêneyan e, ew balê dikişînin ser wê afirandinê ya ku di nava çîroka jiyana penaberan de ye. Di nava wênkêşan de ji Tirkiyê wêneyên Coşkun Aral ku di şerê kendavê de koça Kurdan kişandibû, ji Sûriyê Îssa Tomua, ji Rûsyayê Sergey Ponomarevîn, ji Fransayê Roland Neveu, ji Malezyayê jî Rahman Roslan cih digirin. Di nava wêneyan de jiyana penaberên Sûriyeyî digel raboriya koçên din ên li cîhanê hatine rûberîhevkirin.