Şivanên Colemêrgê daxwaza çêkirina rêyên guncav dikin

Welatiyên ku li Colemêrga Bakurê Kurdistanê debara xwe bi ajalvaniyê dikin, çiloyê ku havînê li quntarên çiya berhev dikin, zivistanê bi liyanan digihînin nav gund û pê ajalên xwe xwedî dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Colemerg

Welatiyên ku li Colemêrga Bakurê Kurdistanê debara xwe bi ajalvaniyê dikin, çiloyê ku havînê li quntarên çiya berhev dikin, zivistanê bi liyanan digihînin nav gund û pê ajalên xwe xwedî dikin. Welatiyên ku di veguhestina çilo de bi xetereyên jiyanî ve rû bi rû dimînin, bang li rayedarên bajêr dikin ku ji bo wan rêyên guncav çêbikin da ku ew ji vê eziyetê xilas bibin.

Gundê Kehe, gundekî Colemêrga Bakurê Kurdistanê ye. Ji ber ku 6 mehên salê li Colemêrgê berf li erdê ye, ev yek ji bo jiyana rojane tengasiyan li hember gundiyan derdixe. Gundiyên Gundê Kehe, her roj 3 kîlometir rê dibezin û hildikişin çiyayê ku bilindahiya wê 2 hezar û 500 metre ye. Welatî Saîd Adiyaman dibêje; rêya ku em bi wesayîtan biçin, tune ye.

Saîd Adiyaman ji K24ê re got: "Rêyên me yên wesayîtan tunene ku em havînan gihayê ku diçinin, bigihînin malê. Em ji neçarî zivistanê singê xwe didin ber van xetereyan û van gihayan didin ser werîsan û bi qeweta milên xwe dikişînin."

Li Gundê Kehe, 60 mal hene. Malbatên li vî gundî, hem ji bo pêdiviyên rojane hem jî ji bo debara xwe, ajalan zêdetir xwedî dikin. Gundiyên vî gundî di demsala havînê de bi çiyayî ve dibezin, ji bo ajalên xwe giha didirûn lê ji ber ku rê tuneye û di rêya çûndinê de nikarin tevî bar dakevin, ji neçarî li benda zivistanê dimînin ku di berfê de bi rêya şematokê gihayê xwe bigihînin nav gund. Mashar Ozdemîr û Nedîm Tûran jî ji rê û dirbên gund bi gazinc in. Ew jî dibêjin; bila rayedar rewşa me bibînin û ji bo me rêyên guncav çêbikin.

Mashar Ozdemîr dibêje: "Cihê me xetere ye. Li gelek cihan aşût jî hene. Bes em neçar in ku biçin jî. Lewra rê tuneye ku em biçin nav zozanên xwe. Em dixwazin rayedar alîkariya me bikin, rê bibin nav zozanên me ku em gihayê xwe havînan bînin."

Nedîm Tûran got: "Em gihayê havînê bi tirpanan didirûn. Cihê gihayî heta 10 km dûr e. Em dixwazin dewlet ji bo me rêyekê çêbike. Heta em gihayê xwe digihînin nav gund, em gelek zehmetiyan dikişînin."

Li gorî ku gundiyên Gundê Kehe radigihînin, zivistanê xetereya ku di bin şapeyê de bimînin jî heye. Gundiyên ku debara xwe bi ajaldariyê dikin, dibêjin; daxwaza me tenê çêkirina rê ye ku em bikaribin bi silametî zivistanên xwe derbas bikin.