Amerîka ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ye

Zilmay Xelîlzade:
kurdistan24.net

 

Balyozê Berê ya Amerîka li Iraq û Efganistanê Zilmay Xelîlzade ji Washingtonê ve di hevdîtinekê ligel Ava Homa pêşkêşkara bernameya “Berve Koşka Spî” de, bi hûrî derbarê pirsa serxwebûna Kurdistanê û pêngavên Kurd di vê qonaxê de û rewşa Rojhilata Navîn û astengiyên li pêş berbijêrên Serokatiya Amerîka û pirsa çareseriyên navçê de, bersiva K24ê dan.

Zilmay Xelîlzade di axaftina xwe amaje kir, Amerîka ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ye, lê di nêrîna wê de, ya baş û girîng ew e ku Kurd ligel Bexdayê bi diyalogê li ser wê pirsê bikin.

Zilmay Xelîlzade nimûne bi çend navçeyên cîhanê da, wek Çîkoslovakya û welatên Ewropa û tenê qonaxa diwar ya ku Amerîka tê re derbas bûbû. Li gor wî ku pêkvejiyan û mana bi awayê Konferderalîzmê di berjewendiya navçê de ye û Kurd hewlên xwe bixe ser wê yekê. 

Herwiha amaje bi wê yekê kir, bi girîngî dizane ku Kurd di jêr serpereştiya Masûd Barzanî de bicivin û pirsgirêkên xwe yekalî bikin, da ku bikarin derfetê di vê qonaxê de û piştî rizgarkirina Mûsil û şerê DAIŞê werbigirin.

K24: Berêz Xelîl Zade di dema hilbijartinê nêzîk bûye û milmilane jî gelekî tund e, di baweriya we de di demên bê de çi rû dide?

Zilmay Xelîlzade: Nizanin çi rû dide û wekî te jî amaje kiriye, milmilane gelekî ji hev nêzîk bûye, ev tevger jî heger wisa biçe, hilbijartineke gelek girîng dibe û gelek pirsgirêkên mezin derdikevin, bi taybet di karûbarên derve de, di demekê de ku cîhan di 8 salên borî de bûye cihekî ne aram.

Herwiha di nava wê de du cemser li Amerîka berve xwe kişandiye di dema serokatiya Obama de, ji xanim Clinton û birêz Trump ne tenê nearamiya navxweyî, lê nearamiya navdewletî jî bi mîrat maye, ku çawa dikarin ku stratîjiyeke me hebe, ku bersiva derveyî vê cîhanê nearam û pir metirsî bide, ji ber ku ev mîrate bo her du aliyan dijwar û zehmet e, ji ber wê milmilaneya vê care ya hilbijartina Amerîka pir dijwar e.

K24: Te li Washingtonê bangî Donald Trump kir, bo ew li ser siyaseta derve biaxive. Bi nêrîna te kîjan berbijêr dikare baştir li Rojhilata Navîn berve aramiyê bibe û tu piştgîriya kîjan berbijêrî dike?

Zilmay Xelîlzade: Rojhilata Navîn yek ji cihên girîng û pir metirsîdar e li cîhanê, ku ji zû de aramî nedîtiye. Niha rewşa wê navçê aloz û pir bi kêşe ye, ji 30 heta 40 salên borî ve, pirsgirêk pir bûn, ji ber wê serokê bê rûbirûyî gelek astengan dibe û bi taybet di warê tundûtûjî û terorê de.

DAIŞ yek ji wan metirsiyan e, ku silavên xwe bo Pêşmerge dişînim û spasiya wan dikim, ku rûbirûyî metirsiya DAIŞê bûne û li Mûsilê hewla şikandina DAIŞê didin.

Ev girfte ne tenê li Iraqê ye, lê li Sûriyê jî heye. DAIŞ li welatên derveyî Rojhilata Navîn geş bûye, li Lîbya û Efganistan û gelek cihên din. Heger wiha ye, bi çi rêyê dikarin DAIŞ têk bişkînin, ne tenê di warê tektîkî de, ku ev tenê ne bes e, lê divê di warê stratîjî jî rêgir bin, da ku careke din serî hilnede. Ev jî piştî DAIŞê û piştî rizgarkirina Mûsilê ka çi rû dide û çi siyasetê dimeşînin û Iraq çawa xelk û pêkhateyên wê razî dike û heşda Şeibî çi rolekê digire û karvedana Tirkiyê dê çi be û bêgûman Kurdistan jî di nava vê de rola xwe dibe.

Herwiha dikarim tevê van axaftinan jî li ser Sûriyê jî bibêjim û bandora şerê navxweyî ya Iraq û Sûriyê li ser van welatan, herwiha rola welatên bihêz yên navçê çi dibe, Îran, Siûdiye û Tirkiyê ew ne rasterast bi hev re şer dikin, ev jî gelek asteng dixe pêşiya serokê nû yê Amerîkayê.

Di baweriya min de, ku Hilary Clinton û Donald Trump cudatir ji serok Obama siyasetê dikin. Clinton dikare bi hêminî guhartinê bike, lê Trump armanc û stratîjiya Amerîka li navçê bi dê dibe jêr pirsyaran û guhartinên Trump ji yên Clintonê mezintir dibin.

K24: Te amaje bi siyaseta derve ya Amerîka kir, bi nêrîna te ma Amerîka li dijî serxwebûna Kurdistanê ye? Heger bersiva te erê ye, ji bo çi?

Zilmay Xelîlzade: Bi baweriya min Amerîka ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ye. Amerîka dixwaze pirsa serxwebûnê di riya rêkeftin ligel Becdayê çareser bibe.

Li piştî şerê sar binêrin, çi li komara Çîkoslovayayê hat, yekemîn tişt ku li wir bû, konfederalîzm bû. Piştre her kesî riya xwe girt û niha di Yekîtiya Ewropayê de bi hev re alîkariyê dikin. dubare dikim, ku bo Amerîka xweştir e ku di navbera Bexda û Hewlêr de rêkeftin li ser vê babetê çê bibe û ev jî riyeke asantir e bo Washington, bo Rojhilata Navîn û hemû cîhanê.

K24: Lê ev erkekî giran e, ne wiha ye?

Zilmay Xelîlzade: Di baweriya min de ne ku asan e, min bihîstiye ku Kurd ligel Bexdayê mijûlî axaftin ne derbarê vê pirsê de, ji ber wê dibêjim ku çend salan bi şûweyeke konfederalîzmî bi hev re ezmûnê bikin, da ku bizanin piştre çi tê guharin di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Ev ezmûneke di navbere Kurdistan û Iraqê de.

K24: Tu di karûbarên Iraqê gelekî şareza ye, lê di baweriya te de ku ji Iraqê re ew karîn heye, di vê rêyê re pirsgirêkan çareser bike û perçe nebe?

Zilmay Xelîlzade: Heger bi rastî dixwazin Iraq perçe perçe nebe, pêwîst e di navbera Kurd, Sune û Şîe de dahat û desthilat dabeş bibin. Her çend e Şîe û Sune du aliyên cuda ne, lê heger pêkve pirsgirêkan çareser bikin û bo vê yekê jî li dîroka welatên din binêrin û di destûr yasayan de maf û erkan misoger bikin, ev yek bi riya federalîzmê misoger dibe. Kurdistanê ji sedî 17 ji bûdceyê werdigirt, lê Bexdayê ev rêkeftin binpê kir, ev jî bû sedem ku Kurdistan bîr bi serxwebûna xwe bike, niha pêwîst e rêkeftineke nû di navbera Bexda û Hewlêrê çê bibe.

K24: Di nêrîna te de serokê bê ya Amerîka çawa dikare alîkariya Hewlêr û Bexda bike, da ku bigihin rêkeftinekê?

Zilmay Xelîlzade: Bêgûman Amerîka dikare rolê bigire, lê ya girîng ew e ku Kurd û Iraq  bi xwe dikarin ku rola sereke ya wan hebe. Herwiha çavên welatên herêmê û wek Îran û Tirkiyê û welatên Erebî jî li ser vê pirsê ne.

Ango rola hêzên herêmê û û Amerîka girîng e, lê bi hemû aliyekî baştir e ku ev pirs bi rêkeftin çareser bibe. Rojava bi giştî û Amerîka bi taybetî dikarin rola berçav hebe.

K24: Wek hûn dizanin Kurd berve serxwebûnê gavan davêje, dibe ku ew rêkeftina aştiyane ya we behsa wê kiriye bi demeke nêzîk de encam nede, di baweriya te de heger Kurd serxwebûna xwe rabigihîne, helwesta serokê nû yê Amerîka dê çi be?

Zilmay Xelîlzade: Bêgûman Washington gelekî asantir dibe ku piştevaniya Kurdistanê bike, heger her du alî di riya rêkeftinê vê pirs çareser bikin, lê li dawiyê Amerîka dizane ew daw biryara Kurd e û di encamê de piştevaniyê lê dike.

Lê ez şîretê li Kurd dikim ku bi Bexda û hêzên Iraqî re diyalogê bikin, ji ber ku herger Kurdistanê serxwebûna xwe ragihand, li cihê xwe naçe, da ku Kurdistan ligel cîranên xwe xwedî pêwendiyên baştir be. Sînorê Kurdistanê girtî ne, heger pêwendiyên Kurdistanê ligel cîranên xwe ne baş be, Kurdistan dê ji cîhana derve were birîn.