Rapirsî: “Dengên HDPê di sînorên benda hilbijartinê de ne”

Tirkiye dawiya vê hefteyê diçe ser sandoqan. Ji ber benda hilbijartinê ya ji sedî 10 rewşa Partiya Demokratîk a Gelan HDPê hêj girîngtir bûye û tê merqkirin ka gelo HDPê dê çiqas deng bi dest bixe. Rayedarên HDPê bangî hilbijêrên xwe dikin ku rewşa wan krîtîk e û hewceye biçin ser sandoqan xwedî li partiya xwe derkevin. Kompanyayên rapirsiyê jî heman encamê radigihînin û dibêjin rewşa HDPê krîtîk e.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Tirkiye dawiya vê hefteyê diçe ser sandoqan. Ji ber benda hilbijartinê ya ji sedî 10 rewşa Partiya Demokratîk a Gelan HDPê hêj girîngtir bûye û tê merqkirin ka gelo HDPê dê çiqas deng bi dest bixe. Rayedarên HDPê bangî hilbijêrên xwe dikin ku rewşa wan krîtîk e û hewceye biçin ser sandoqan xwedî li partiya xwe derkevin. Kompanyayên rapirsiyê jî heman encamê radigihînin û dibêjin rewşa HDPê krîtîk e.

Li Tirkiyê ji bo hilbijartina Serokomarî û yên parlemnteriyê çend roj man û di van her du hilbijartinan de partiya krîtîk HDP ye. Tayabetî di mijara ku tê merak kirin ew e gelo HDPê dê benda Hilbijartinê ya ji sedî 10 derbas bike yan na? Derbarê vê yekê de Herî davî parlemanterê HDPê Mîthat Sancar bangî hilbijêrên xwe kir ku nekevin rehawetê û ragihand ku rewşa HDPê krîtîk e.

Parlemanterê HDPê û Namzedê Mêrdînê Mîthat Sancar ji K24ê re got: “Berûvajî encamên rapirsiyên rayagiştî pirsgirêka HDPê ya benda hilbijartinê berdewam dike. Ak Partî ji bo ku HDPê di bin bendê de bihêle hemû rêk û rêbazan bikar tîne. Ji ber vê yekê em her roj dibêjin dengek jî ji bo me biqîmet e û hewceye em xebatên xwe gurtir bikin. Ligel vê yekê bawerî encamên rapirsiyan nekin. Hêj pirsgirêka me ya benda hilbijartinê heye.”

Serokê kompanyaya rapirsiyê ya ku li Tirkiyê yek ji kompanyaya girîng e Mehmet Alî Kulat jî gotinên Mîthat Sancar piştrast dike û dibêje rêjeya dengên HDPê niha di sînorên benda hilbijartinê de ye.

Serokê Kompanyeya Rapirsiyê yê MAKê Mehmet Alî Kulat dibêje: “Gotinên Mithat Beg rast in. Li gorî çend encamên me bi dest xistine jî heman rewş derdikeve pêş. Li gorî rapirsiya me ya dawî jî rêjeya dengên HDPê ji sedî 9 e. Helbet HDP di bin bendê de bimîne ev yek zêdetir wê kêrî Ak Partiyê were. Cihên ku HDP jê deng distîne herî zêde Ak Partî deng bidest dixe. Loma HDP di bin bendê de bimîne herê kêm 60 -70 parlamenter wê ji bo Ak Partiyê bimînin. Bi vê yekê Ak Partî di parlamentoyê de dê ji 600 parlemnteran 300an zêdetir ji wan bi dest bixe.

Li gorî îdîayan ev hesap ji bilî HDPê partiyên din ên muxalefetê jî metirsîdar dike. Tê diyarkirin ji bo ku Ak Partî di parlemntoyê de piraniya parlamenteran bi dest nexe  çend partiyên muxalefetê ji bo ku HDP bendê derbas bike di nawa hewldanan de ye. Taybetî jî îdîaya ku dê hejmarek zêde aligirên CHPê dengê xwe bidin HDPê zêde tê bilêvkirin. Lê belê ev hewlên ku tên dayîn gelo wê têra bike ku dê HDP bende derbas bike yan na şeva 24ê Hezîranê ev yek dê eşkere bibe.