Necmiye Alpay: Kêr dane ser sitûyê zimanê Kurdî

Bi mebesta 21ê Sibatê Roja Zimanên Dayikê ya Navnetweyî li Stenbolê çalakiyek birêve çû û di çalakiyê de Kurd, Erman û Suryaniyan ji Tirkiyê daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/aaa7ab39-e7f0-4d88-a080-f80125fa6d9f/022018ZCE.ism/manifest

K24 – Stenbol

Bi mebesta 21ê Sibatê Roja Zimanên Dayikê ya Navnetweyî li Stenbolê çalakiyek birêve çû û di çalakiyê de Kurd, Erman û Suryaniyan ji Tirkiyê daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê kirin. 

21ê Sibatê ji aliyê Rêxistina Perwerdehî, Zanyarî û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve bi mebesta piştevaniya lihevkirin û hevahengiya çandî û pir zimaniya navneteweyî, di sala 1999an de wek Roja Zimanên Dayikê hate ragihandin. Li Stenbolê jî ji bo vê rojê ji aliyê Lijeneya Bawerî û Gelan ya HDKê ve li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş çalakiyeke bi navê " Bila reng veguhêzin zimanan, ziman jî veguhêzin jiyanê" hate dirustkirin.

Digel parlamentera HDPê Huda Kaya gelek siyasetmedar, hunermend û nûnerên kêmneteweyên li Stenbolê beşdarî di çalakiyê de kirin. Necmiye Alpaya zimanzan wek axifgera çalakiyê li ser têgîna zimanê dayikê rawestiya û rexne li helwesta desthilatan kir bi sedema ku li dijî zimanê Kurdî û zimanên din ên li Tirkiyê polîtîkaya pişaftinê dane meşandin.

Zimanzan Necmiye Alpay got: "Di serî de zimanê Kurdî, li ser hemû zimanên dayikê zordestiyê dest pê kiriye. Niha kêr dane ser sitûyê zimanê Kurdî. Bi qedexekirinê em xerabiya herî mezin li xwe dikin. Ji rexneyan wêdetir, divê zimanzanên li Tirkiyê bêne sucdarkirin. Bêdeng man li beramberî pişaftinê û çewsandina zimanên dayikê. Ji roja roj de dewletê li ser zimanên dayikê polîtîkaya tekparêziyê meşandiye. Niha jî dixwazin bi rêya yaseya 12ê Îlonê hemû zarok li Tirkiyê tenê bi zimanê Tirkî bêne perwerdekirin."

Li gorî raporta UNESCO'yê li cîhanê 2 hezar 500, li Tirkiyê jî 18 zimanan li beramberî rîsta tûnebûnê ne. Zazakiya zaravayê Kurdî jî di navê de, zimanên wek Abhazî, Adîgeyî, Hemşînkî, Lazkî, Yewnankiya Pontusî, Romanî, Suryankî û Ermenkiya Rojavayî jî li ber şikestinê ne. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDKê Sedat Şenoglu jî li ser van zimanên ku bê xwedî mane diyar kir ger ev ziman nînbûna wek civak jî ew ê nînbûna.

Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDKê Sedat Şenoglu wiha axivî: "Ger ziman ne li jiyanê bûna, wê mirovahî jî mirîbûna. Loma di hebûna dîroka mirovahiyê de ziman hêmana bingehîn e. Raboriya bingeha hebûna me, ji ziman tê. Çandan xwe bi rêya zimanan vegûhêstiye roja îroyîn. Digel zimanê Kurdî, divê em li hemû zimanan xwedî derkevin."

Di çalakiyê de bi 14 zimanên dayikê helbest, stran û gotar hatin pêşkêşkirin. Suryan, Ermen û Kurdên ku beşdarî çalakiyê bûn, daxwaz kirin ku zordestiya li ser zimanên dayikê bê rakirin û li gorî yaseyên Neteweyên Yekbûyî li Tirkiyê wek zimanê Tirkî bi rêya fermî li dibistanan bi zimanê xwe yê dayikê bêne perwerdekirin.