Li Colemêrgê Roja Meşê ya Cîhanî hat pîrozkirin

Li Colemêrgê di çarçoveya 3 û 4ê Cotmeha Roja Meşê Ya Cîhanî bi Meşa Tendirustiyê hat li darxistin.
kurdistan24.net

 

Li Colemêrgê di çarçoveya 3 û 4ê Cotmeha Roja Meşê Ya Cîhanî de ji aliyê Gerînendehiya Tendirustiyê ya Bajêr ve Meşa Tendirustiyê hat li darxistin. Meşa ku fermanbarên dewletê jî beşdar bûn ji 10 hezar gavan pêk hat.

Rojên 3 û 4ê Cotmehê wek rojên meşê tên qebûlkirin û li Colemêrgê jî rojên meşê bi çalakiyeke organîzatoriya Gerînendehiya Tendirustiyê ya Bajêr hat pîrozkirin. Meş li ber avahiya Gerînendehiya Tendirustiyê dest pê kir û piştî gera li nav bajêr li ber Parêzgeriya Colemêrgê bi dawî bû. Di derbarê çalakiyê de Rêveberê Gerînendehiya Tendirustiyê Raşît Tumen amaje kir ku meş ji bo gelek nexweşiyan wek derman e.

Raşît Tumen li ser vê çalakiyê wiha ji K24ê re axivî: "Tevger ji bo gelek nexweşiyên xeternak wek derman e. Bi teybetî ji bo kolestrol, nexweşiyên dil, diyabet û rayên mirovan baş e. Em dixwazin vê hişmendiyê têxin nava civakê. Ji ber wê jî em dimeşin û em dibêjin meş ji bo tendirustiyê baş e."

Di çalakiya meşê de ciwanên ku bi werzîşa patenê re eleqeder dibin jî beşdar bûn û xwenîşandanek jî pêşkêş kirin. Ciwana bi navê Ayşe Taşkin jî anî zimên ku werzîş ji bo jiyana mirovan gelek girîng e û ew ji werzîşê gelek hes dike.

Werzîşvana Patenê Ayşe Taşkin got: "Çalakiyên wiha ji bo tendirustiya me gelek baş in. Em werzîşê dikin û kêlo jî didin. Ez bang li ciwanan dikim, dema werzîş di jiyana me de hebe jiyana me bi qelîtetir dibe."

Roja Meşê ya cîhanî ji aliyê Yekîtiya Navneteweyî ya Ji Bo Herkesî Werzîş ve ji sala 1991'an ve tê pîroz kirin. Armanc ew e ku çanda werzîşê di nava xelkê de belav bibe û pêşniyaza pisporan ew e ku rojane herî kêm 30 xulekan mirov bimeşin an jî bi cureyek ê werzîşê ve eleqeder bibin.