Moskow, Enqere û Taran her diçe zêdetir nêzî hev dibin

Serokên Tirkiye, Rusya û Îranê di 22ê Mijdarê de li Soçiyê tên cem hev. Di lûtkeyê de babeta sereke Suriye ye. Herwisa PYD jî yek ji xaleke giring ya naveroka civinê ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Serokên Tirkiye, Rusya û Îranê di 22ê Mijdarê de li Soçiyê tên cem hev. Di lûtkeyê de babeta sereke Suriye ye. Herwisa PYD jî yek ji xaleke giring ya naveroka civinê ye. Rojeva her sê dewletan tenê ji van babetan pêkhatî nîn e. Herwiha aloziya ku di navbera Erebîstana Siud û Îranê de her diçe kûrtir dibe jî dê li ser maseyê be. Pispor dibêjin politikayên ku Amerîka dixwaze ji ser Erebîstana Siûd têxe dewrê her sê paytextan zêdetir nêzî hev dike lê belê her sê dewletan jî derbarê hevdû de pirsa baweriyê heye.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Rusyayê Putîn di nava vê sala dawîn de cara şeşem(6.) tên bal hev. Lûtkeya ku dê li bajarê Soçiya Rusyayê di 22ê Mijdarê de birêve biçe de Serokkomarê Îranê Hasan Ruhanî jî di nava beşdaran de ye.

Di lûtkeya ku çareserkirina pirsa Suriyê armanc digire de yek ji xaleke girîng dê bibe PYD. Kongreya Gelên Suriyê ku beriya niha li Rusyayê birêveçûna wê hatibû pilankirin lê belê ji ber bertekên Tirkiyê hatibu taloqkirin, niha tê çaverekirin ku di vê lûtkeyê de beşdariya PYDê ya bo kongreye bigihije zelaliyê.

Ligor Pisporê Navenda Lêkolînê SASAMê Yaroslav Samoylov, Rusya ji nêzbûna Tirkiyê ya ji Amerîka bo xwe memnun e lê belê Rusya wê windakirina PYDê ya bi temamî jî nexwaze

Yaroslav Samoylov ji K24ê re wiha axivî: "Tirkiye, ji hebûna PYD a li Suriyê aciz e. Têkiliyên Tirkiyê û Rûsya ber bi başbûne ve diçin û ev yek jî, ji bo mudaxaleya YPGê sînyalên erênî dide. Ji bo Moskow bi Enqerê re têkiliyên stratejîk û dostane ji têkiliyên ku bi PYD re hene giringtir e û niha Rusya ji bo PYDya ku bi Emrîka ra tevdigere çawtirsî bike û da ku hem jî baweriyekê bide Tirkiyê dê bo operasyona Efrînê denge xwe dernexe. Lê belê di warê mudaxeleyê de Rusya gelekî destûrê nade Tirkiye."

Beriya vê lûtkeyê, wezîrên her sê dewletan yên karen derve li bajarê Antalyaya Tirkiyê hatin ba hev. Naveroka civîna her sê wezîran wek; di serî de Suriye û gengeşeya di navbera Erebîstana Siûd û Îranê de ku her diçe kûr dibe hate ragihandin.

Ligor pisporê politikayên derve Prof. Dr. Salih Yılmaz; her çend ku politikayên Emrikayên yên li ser Riyazê van her sê welatan nêzî hev dike jî di navbera wan de pirsgirêk jî hene.

Prof. Salih Yılmaz dibêje: "Di lûtkeya Soçî de sê serok, di mijara Suriyê de bi standina hindek biryarên berbiçav dê bikin ku Emrîka van biryarên wan qebûl bike. Tirkiye ji ber polîtîkayên PYDê ji Emrîkayê aciz e û polîtîkayên nû yên Emrîkayê ku li hemberî Îranê jî diyar e. Ev her sê dewlet hêdî hêdî zêdetir bi Rusyaya ku hêzeke kureyî û hevrikê Emrîkayê re nêzîkî hev dibin lê di navbera wan de jî kêşe hene. Di babeta PYDê de şikên Tirkiyê yên hemberî Rusyayê?, Gumanên Rusyayê yên derbarê Tirkiyê de ku dikare çiqas bi endameke NATOyê re bimeşê?, Tirsa Îranê ku Tirkiyeî û Rusya wê Îranê di rê de bihêlin? ev hemû jî gef in ku bo vê yekîtiyê."

Li gor Prof Yilmaz, heke her sê dewlet bikarin pirsen piştrastbûnê yên di navbera hev de xilasbikin, mûmkîn e ku li hemberî hevpeymanên Emrîkayê blokeke bihêz avabikin. Pêk hatina vê egerê çiqas mimkun e? yan dê çiqas gav bo vê yekê bên avêtin? Di vê lûtkeyê de bersiva ev pisyarên giring dê aşkerebibin.