Peshangeha jinên hunermend ên li dijî tundûtûjiya Jinê

Li Stenbolê ji aliyê platforma jinan ve bi beşdariya 32 wênesazên jin ve pêşangehek hate amadekirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê ji aliyê platforma jinan ve bi beşdariya 32 wênesazên jin ve pêşangehek hate amadekirin. Bi rêya vê peşangehê plaform û jinên hunermend dixwazin derûniya jinê û çewsandina civakê ya li dijî jinê raberî raya giştî bikin û di vê derbarê de rê li ber pejinkariyekê vekin.

Li Tirkiyê her car jin, an bi nûçeyên kuştin an jî bi tundûtûjiya ku rûbirû mane ya ji aliyê mêran ve têne rojevê. Vê carê li bajarê Stenbolê bi rêya pêşangehekeke hûnerî bûne mijar. Di pêşangeha ku ji aliyê Platforma Jinan ve hatiye amadekirin û zêdetirî 20 hunermendên jin ên nîgarxêz bi berhemên xwe beşdarî têde kirine, bi vê xebata xwe xwestine, ji aliyê hûnerî ve derûniya jinê, çewsandina civakê ya li ser wê û trajediyên ku pê re rûbirû mane bînin rojevê.

Ji Platforma Jinan Organîzetora Pêşangehê Ulviye Mumcioglu ji K24ê re got: "Bi baweriya min kêşeya jinê birîna herî xedar ya civakên dinyayê ye. Rojane dû jin têne kuştin li Tirkiyê. Bila sax bin 20 hûnermendên jin ên nîgarxêz li hev kom bûn û piştevaniya me kirin bi berhemên xwe yên cur be cur. Hem ji aliyê derûniya jinê ve hem jî ji aliyê tûndûtûjiyê ve gelek wêne, vê birîna giran ya jinê bi şêweyekî hûnerî raberî me dikin."

Hûnerenda Nîgarxêz Beyza Boynudelik jî bi berhemeke xwe beşdarî pêşangehê bûye. Ew bi vê berhema xwe dixwaze bide fêmkirin ku jin çawa dikare bi tena serê xwe li ser piya bimîne, ligel ku gelek zehmetî derdikevin pêşiya wê. 

Hunermend Beyza Boynudelik dibêje: "Ev pêşangeh bêhtir li ser derûniya jinê hatiye danîn. Bi rêya hûnera klasîk bêhtir dikarin pejinkariya civakê zêde bikin ya li hember jinê. Ji ber ku jin li Tirkiye û cîhanê di gelek qonaxên zor zehmet de derbas dibe. Bi baweriya min ev pêşangeh ji bo wan jinên hûnermend ên ku li beramberî tundiyê rûbirû dimînin jî wek pirekê ye."

Arzu Arbak hûnermenda jin ya Nîgarxêz jî dibêje; bêgûman tundiya fîzîkî her heye li dijî jinê, lê min berê xwe daye aliyê tundiya derûnî ya li ser jinê bi şêweyekî hûnerî.

Hunermend Arzu Arbak got: "Ez jî wek jineke hûnermend li vî welatî hilberînê dikim û min nekarî xwe ji xebateke wiha bidim paş. Piraniya berhemên min jî li ser jinê ne. Min xwest di vê pêşangehê de rewşa jinê raber bikim bi rêya wêneyekî."

Di pêşegeha ku ji bo jinan hatiye danîn de 30 berhemên 20 hûnermendên jin ên nîgarxêz cih digirin. Amanc ew e ku bi rêya vê pêşangeha hûnerên kasîk bala civakê bikişînin û pejinkariyê zêdetir bikin. Wêneyên ku li pêşangehê jî hatin firotin wê pereyên wê li platforma Kuştina Jinan bêne vegerandin, da ew jî karibin piştevaniyê bidin jinên ku pêdiviya wan pê heye.