K24 dîmenên derketina sivîlan ji dawî baregeha DAIŞê belav dike

Kurdistan24 di romaleke taybet de derxistina xelkê sivîl û çekdarên DAIŞê ji dawî baregeha DAIŞê li Dêrazorê vediguhêze.
kurdistan24.net

K24 – Baxoz

Kurdistan24 di romaleke taybet de derxistina xelkê sivîl û çekdarên DAIŞê ji dawî baregeha DAIŞê li Dêrazorê vediguhêze.

Peyamnêrê K24ê li nêzîkî Baxozê Ekrem Salih dîmenên derxistin û veguhastina malbatên çekdarên DAIŞê vediguhêze û dide zanîn, di 3 rojên dawiyê de zêdetir ji 5 hezar sivîl hatine rizgarkirin û bo navçeyên ewle hatin veguhastin.

Peymnêrê me ji ser zimanê fermandarên HSDê dide zanîn, di nava sivîlan de hejmarek ji çekdarên DAIŞê jî xwe radestî HSDê dikin.

Çekdarekî DAIŞê yê ji welatê Sirbiya ji K24ê re got, ew ji berî 6 salan hate Sûriyê û tevlî Bereya Nusrayê bûbû û piştre tevlî DAIŞê bû û ji bo serkeftina Îslamê li Sûriyê şer bike.

Herwiha gelek zarokên Kurd ên Êzidî yên ji berî 5 salan ve ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin, hatine rizgarkirin. Ew zarokên Kurd ên Êzidî zimanê Kurdî jî ji bîr kirine.

Li gor fermandarên HSDê, di nava sivîlan de gelek kesên biyanî yên ji piraniya welatên cîhanê hene. Herwiha hejmarek ji serkirdeyên DAIŞê yên rêza yekemîn jî hene.