Pispor: Rêkeftina Idlibê ji Tirkiyê re serkeftinek e

Pisporên Tirkiyeyê dibêjin bi vê rêkeftinê Îran û Amerîka di proseya çareseriya siyasî ya Sûriyeyê de hatin kêmbandorkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li ser Îdliba ku ev demekî ye nîqaş û gengeşiya operasyona li serê dihat kirin û ji aliyê cîhanê ve ji nêz ve dihat şoapndin, Tirkiye û Rûsyayê lihevkirin. Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan piştî lûtkeya Tehranê 10 roj şûnve çû bajarê Soçiya Rûsyayê û bi Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn re civiya. Her du serkirde piştî civînê daxuyakirin ku li ser Îdliba ku li serê lihev nekiribûn rêkeftineke îmze kirine. Li gorî rêkeftinê li Îdlib di navbera hêzên rejîma Sûriyê û miaxlîfan de herêmeke "bêçekdar" dê were avakirin. Pisporên Tirkiyeyê dibêjin bi vê rêkeftinê Îran û Amerîka di proseya çareseriya siyasî ya Sûriyeyê de hatin kêmbandorkirin. Herwiha pispor dibêjin li gorî vê rêkeftinê dê Tirkiye li herêmê komên radîkal û neradîkal jihev cihê bike.

Li ser bajarê Îdliba keleha dawî ya di destê mixalîfan de, ku ev demeke çavê hemû dinyayê zivirî ye serê liv û tevgera dîplomasiyê bênavber didome. Piştî ku di 7ê Îlonê de ji lûtkeya sêalî ya Tehranê ku serkirdeyên Tirkiye, Rûsya û Îranê beşdar bûbûn rêkeftineke ser Îdlibê derneketibû û li herêm û cîhanê ev mijar germ bû; Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bi şandeya ligel xwe çû Soçîya Rûsyayê û ji lûtkeya Tehranê 10 roj şûnve careke din bi Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn re civiya. Piştî hevdîtina ku nêzî 2 saetan dewam kir her du serkirde derketin pêşberî çapemeniyê û daxuyakirin ku li ser Îdlibê lihevkirine. Serokomarê Tirkiyê Erdogan ragihand, ku li Idlibê di navbera hêzên rejîma Sûriyeyê û miaxlîfan de herêmeke "bêçekdar" dê were avakirin. Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn jî da zanîn ku ev herêma bêçekdar dê 15 -20 kîlometre be û piştî 15ê Cotmehê dê çekên giran ji herêmê vekişin.

Li gorî pisporan bi vê rêkeftina Enqere û Moskowê li Sûriyeyê bo proseya çareseriya siyasî pêngaveke girîng hatiye avêtin. Herwiha pispor amaje bi vê yekê dikin ku bi vê lihevkirinê êdî li Sûriyeyê hêz û bandora Îran û Emerîkayê jî dê kêm bibe.

Şîrovekarê Siyasî Omer Gok li ser vê pirsê ji K24ê re wiha axivî: "Di lûtkeya Tehranê de li ser mijara Îdlîbê lihevkirinek pêk nehatibû. Lê belê li Soçiyê Tirkiye û Rûsyayê bi awayeke berfireh lihevkirin. Beriya her tiştî ev rêkeftin ji aliyê Tirkiyeyê ve serkeftinek e. Êdî wê hêz û bandora Tirkiyeyê li ser masê û li qadê zêdetir be ê û herwiha ev rêkeftin dê destê Tirkiyeyê xurtir bike. Di heman demê de ev rêkeftin ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê jî pêngaveke ye. Bi vî awayî Îran û Emerîka li derveyî vê yekê man."

Tirkiyeya ku ji serî ve li dijî operasyona ser Îdlibê derdiket hewl dida ku agirbest û herêma bêpevçûn were ragihandin. Li gorî pisporên Tirkiyeyê ev rêkeftin bi qanihkirina Rûsyayê hatiye îmzekirin û ji vir şûn ve karê Tirkiyeyê ev e ku li herêmê rêxistinên tundrew û netundrew jihev veqetîne.

Pispora Rojhilata Navîn Nurşîn Ateşoglu dibêje: "Meseleya Îdlîbê ji aliyê bendewariya pêşeroja Sûriyeyê ve hemû aktoran eleqedar dike. Rûsya û Esed dixwestin operasyonê li ser Îdlîbê bikin, lê belê wekî ku Tirkiyeyê di lûtkeya Tehranê de anîbû ziman operasyoneke li vir dê karesateke mezin bi xwe re bianîya. Bi rêkeftina Soçiyê rê li ber vê karesat û koçeke ku ber Tirkiyeyê ve were hate girtin. Erdogan di vê mijarê de Pûtîn qanih kir û li Îdlîb wek herêma bêçekdar hate ragihandin. Niha dê Tirkiye li herêmê rêxistinên terorîst ji mixalifên netundrew veqetîne. Helbet ev yek jî dê demeke bajo."

Îdliba ku rejîma Sûriyeyê bi piştevaniya hêzên asîmanî ya Rûsyayê car caran êrîşên asîmanî dibir ser niha ji aliyê Tirkiye û Rûsyayê ve bi rêkeftina Soçiyê wek herêma bêçekdar hate ragihandin. Niha piştî vê peymanî herî zêde ev yek tê meraqkirin ku ka gelo ew ê ev rêkeftin li Îdlibê çawa were cîbicih kirin.