Serxwebûna Kurdistanê dê aboriya Bakur jî bi pêş ve bibe

kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Di mijara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de yek ji mijarên ku di nav civaka Diyarbekirê de tên nirxandin jî mijara aboriyê ye. Li gorî nirxandina Serokê Jûra Esnaf û Zenaatkarên Diyarbekirê; Bakûrê Kurdistanê bi gelemperî di qeyraneke aboriyê re derbas dibe lê bi pêşveçûna têkiliyên navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Tirkiyeyê re dê bazara bakûr jî geş bibe. Karsaz jî diyar dikin ku heger çavkaniyên aboriyê yên petrolê bi gelemperî bikevin bin venêrîna Kurdistanê, dê têkiliyên bazirganiyê zêdetir bibin û ev yek jî dê gavên geşepêdanê li Bakur pêk bîne.

Di pêvajoya ku amadekariyên Referandûma Serxwebûna Kurdistanê tê kirin de li Diyarbekirê jî nûnerên sazî û dezgehên aborî û bazirganiyê mijara Serxwebûnê yek ji rojevên sereke dibînin û bandorên wê yên li ser Bakûrê Kurdistanê di civînên navxweyî de nîqaş dikin. Serokê Jûra Esnaf û Zenaatkarên Diyarbekirê Alîcan Ebedînoglû diyar dike ku Tirkiye dixwaze di Rojhilata Navîn de bibe xwedî roleke mezin lewra dibe ku têkiliyên xwe û navbera Kurdistanê baştir bike û ev yek jî dê rasterast bandorên erênî li bazara Bakûrê Kurdistanê bike.

Serokê Jûra Esnaf û Zenaatkarên Diyarbekirê Alîcan Ebedînoglu ji K24ê re got:"Heger têkiliyên Hikûmeta Tirkiyeyê û Hikûmeta Kurdistanê li ser başiyê berdewam bikin, ez bawer dikim ku di aboriyê de ne tenê herêma me, dê herêma başûr jî di aboriyê de gelek bi pêş bikeve û dê mezin bibin. Karsazên Kurdistanê dê werin herêma me karên mezin bikin, karsazên me dê biçin Kurdistanê karên mezin bikin. Ez wisa bawer dikim ku dê têkilî baştir bibin. Lê ev yek bi têkiliyên siyasetmedaran ve girêdayî ye."

Li gorî nirxandina karsazên Diyarbekirê, di pêvajoya dawî ya Rewşa Awarte ya li Tirkiyeyê de gelek karsaz hatine girtin û ev yek jî dibe sedem ku çerx û çavkaniyên aboriya herêmê zerarê bibînin. Serokê Saziya Karsazên Ciwan a Diyarbekirê Hakan Akbal jî dide zanîn ku di mijara bazirganiyê de Têkiliyên navbera Tirkiye û Kurdistanê di salên dawîn de xurttir bûye û bi zêdebûna derfetên aboriya xwerêvebirinê re dê ev têkilî zêdetir bibin.

Hakan Akbal dibêje: "Dema ku em îro li Komara Tirkiyeyê dinihêrin, di têkiliyên derveyîn de bi taybetî di bazirganiya rêya bejahiyê de cihê ku em pê re bazirganiya herî mezin dikin, Kurdistan e. Heta niha Hukûmeta Navendî ya Iraqê tenê ji sedî 17 para petrolê dida Kurdistanê, lê dema ku par ji holê rabe û ji sedî sed bi dest bikeve, ev tê wê wateyê ku dê kara me jî qat bi qat zede bibe."

Li gorî nirxandinên karsaz û nûnerên bazirganiya Diyarbekirê; bi pergala rêveberiya herêmî pareke kêm ji petrola Kurdistanê dihat bidestxistin lê bi Serxwebûna Kurdistanê re bêyî ku çavkaniyên petrolê parî bibin, dê derbasî aboriya Kurdistanê bibin û ev yek jî dê bibe sedem ku bi pêşveçûna têkiliyên Tirkiye û Kurdistanê re bandorên erênî li bazara Bakurê Kurdistanê jî bibin.