Penêrê Sîrik wek berhemeke Wanê hat pesandkirin

Berhemê serekî yê taştêya Wanê, Penêrê Sîrik ango penêrê bi giya êdî li ser Wanê hat tomarkirin. Karsaz û dikandar, ji vê biryarê kêfxweşiya xwe tînin ziman û destxweşî li hemû sazî û kesên ku keda wan derbas bûye dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Berhemê serekî yê taştêya Wanê, Penêrê Sîrik ango penêrê bi giya êdî li ser Wanê hat tomarkirin. Karsaz û dikandar, ji vê biryarê kêfxweşiya xwe tînin ziman û destxweşî li hemû sazî û kesên ku keda wan derbas bûye dikin.

Xwarina taştê li gor her dever û heremî cudahî nîşan bide jî, li Kurdistanê, taştê bi Taştêya Wanê tê nasîn. Berhemê serekî yê wê taştêyê jî ; bê guman li gel berhemên din yên ji xwezaya Serhedê, penêrê bi giya ye. Sîrik, so, mendî, heliz, catirî hin ji wan giyayan e ku tam û teşeyê daye penêrê Wanê û niha jî ev penêr wek berhemekî eslî yê Wanê hat pesand kirin.

Rêvebirê Jura Pişesazî û Bazirganiya Wanê VANTSOyê ku teqrîben 42 sal e jî taştêya Wanê pêşkêş dike û wê taşteyê kiriye pirtûka rekordan ya Ginnesê Yûsûf Konak, ji bo Kurdistan24 ragihand ku ew ji vê biryarê kêfxweşin û sipasî ji bo saziyên pêşengî kirine, kesên ku keda wan derbas buye û kedkarên çapameniyê kir.

Yûsûf Konak ji K24ê re got: "Ez sipasiyekê jî li gundan dikim, li çayayan dikim, li mî û pezan dikim, giyayê wek sîrik, catirî, heliz û mendiya ku li zazanan digihê dikim. Ew giya penêr xweş dikin, penêr jî bi wan giyayan xweş e."

Wek berhemeke xwecihî yê Wanê pesandkirina penêrê Wanê, Waniyan dilxeş bike jî, kêmbûyîna ajalan pêkve jî şîr, berhemên şîr jî kêm kiriye û metirsiya ew tamên taybet xirab bibin jî tên bilêv kirin.

Dikandar û esnaf jî balê dikşînin ku ev berhemen, ji çand û xwezaya Wanê tê hilbirîn, lomajî pesandkirina wê, wek berhemekî Wanê baş e, lê divê şêwazên bi zanistî hilberîn û firotina penêr ya bazarê jî bibe mijar.

Diandarê penêran Cebar Karakoyun dibêje: "Li her heremekê, çand, kevneşopî û şêwazên hilberîna berhemên xurekan jihev cuda ye. Tescîlkirina penêrê me baş e, lê hêj pakêtkirin û amlajkirina me de kêmasî hene, bi şêwazên berê yên gundîwarî, li ser dezgehên xwe datînin û li gor daxwaza daxwazkaran kîloyek, 2 kîlo, 10 kîlo, 20 kîlo difroşin ."

Penêrê bi giya ango penêrê sirîk, tama xwe ya taybet, ji şîrê pez û dewarên ku çêreya zozanên serhedê dixun û ji têkilkirina dîsa giyayên ku tên berhevkirin distîne. Hêjayî gotinê ye ku qedexeyên li ser zozanan û kêmbûyîna ajalan berhemên şîr yên Serhedê jî berteng kiriye.