Zêdetir ji 136 tîmên navdewletî çavdêriya referandûmê dikin

136 tîmên çavdêriyê ku ji çavdêr û şarezayên hilbijartin û rapirsiyê pêk tên, çavdêriya birêvçûna referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin. Herwiha 142 kenalên ragihandinê yên cîhanê romala birêveçûna referandûmê dikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

136 tîmên çavdêriyê ku ji çavdêr û şarezayên hilbijartin û rapirsiyê pêk tên, çavdêriya birêvçûna referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin. Herwiha 142 kenalên ragihandinê yên cîhanê romala birêveçûna referandûmê dikin.

Peyvdarê Encûmena Komisyaran di Komisyona Bilind a Hilbijratinan Şêrwan Zirar ji K24ê re ragihand, piraniya amadekariyên birêveçûna referandûmê bi dawî bûne, wek girêbestên bi fermanberên pêwîst bi roja dengdanê, dabînkirina sindoqên dengdanê û çapkirina kartên dengdanê li Herêma Kurdistanê û li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê jî.

“Li gor dawî data, zêdetir ji 136 tîmên çavdêriyê yên navdewletî çavdêriya referandûmê dikin. Herwiha 142 kenalên ragihandinê yên cîhanê romala birêveçûna referandûmê dikin, ku ev rêjeyeke gelekî baş e.”